Li Mereşê hejmara binçavkiriyan derket 12'an 2020-10-21 15:44:36   MEREŞ – Hejmara kesên ku di saetên serê sibehê de li Mereşê bi ser malan de hatibûn girtin derket 12’an.     Di saetên serê sibehê de polis û cendirmeyan li navçeyên Nûrheq û Cela yên Mereşê bi ser malan de girt û gelek kesan binçav kirin. Hejmara kesên ku li bajar hatin binçavkirin derket 12’an.  Hat hînbûn ku her dozdeh kes jî li Miduriyeta Emniyetê ya Mereşê tên girtin.    Kesên hatine binçavkirin navê wan wiha ne: Rêveberê HDP’a Nûrheqê Bahîr Horoz, Endamê ÎHD’ê Volkan Dogan, rêveberên HDP’a Celayê Haci Ûzûn û Dûrsûn Bahça, endamên HDP’ê Mehmet Bîçer û Emre Genç, Bese Ûsta, Mûstafa Ozgur, Alî Demîr, Erdal Demîr, Fîdan Polat û Hatîce Taş.