Rojnameger Demîr giliya hesabê JÎTEM'ê kir 2020-10-22 12:46:06   ANKARA  - STENBOL – Rojnameger Hayrî Demîr ku duh li ser hesabê JÎTEM’ê yê Înstagram û Twîtterê gefa kuştinê lê hatibû xwarin, giliya hesabê JÎTEM’ê kir.  Her wiha sal û 3 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Sebîha Temîzkan hat birîn.    Rojnameger Hayrî Demîr ku duh li ser hesabê JÎTEM’ê yê Înstagram û Twîtterê gefa kuştinê lê hatibû xwarin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da û giliya hesabê JÎTEM’ê kir.  Rojnameger Demîr, di serlêdana xwe de bi bîr xist ku 66 rojnameger hatine kuştin û diyar kir ku heke tiştekî bê serî wê dê van kesan jê berpirsyar bibîne.   ‘BI PIŞTEVANIYÊ DIKARE EV REWŞ BÊ DERBASKIRIN’   Derbarê mijarê Demîr ji ajansa me re axivî û ev tişt got: “Ji bo pîşeya rojnamegeriyê ev gef ne nû ne. Hemû rojnamegerên ku li heqîqetê digerin hedef tên girtin. Ji ber zextên desthilatê yên li ser rojnamegeran hatiye rewşê ku rojnameger nikarin nûçeyan bişopînin. Bi piştevaniyê ev rewş dikare bê derbaskirin.”   SAL Û 3 MEH CEZA    Li aliyê din Rojnameger Sabîha Temîzkan ku ji ber parvekirinên xwe yên li ser medya civakî yên sala 2014’an dihat darizandin jî danişîna wê li 35’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat dîtin û sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Dadgehê ceza danexist û taloq jî nekir.