AYM’ê xwest lêpirsîna mirina Haci Zengîn ji nûve were kirin 2020-10-22 15:18:30   EDENE – AYM’ê derbarê dosyeya Haci Zengîn ê di Newroza 2012’an de li Stenbolê ji aliyê polîsan ve hat kuştin biryara binpêkirinê da û xwest mirina wî bi lêpirsînek çalak were birêvebirin.    Di Newroza 2012’an a Stenbolê de polîsan bi bombeyên gazê mudaxileyî girseyê kiribû. Di mudaxileyê de Rêveberê Rêxistina BDP’ê ya Anravûtkoyê Haci Zengîn jiyana xwe ji dest dabû. Dosyeya kuştina Zengîn li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) bû. AYM’ê derbarê dosyeyê de biryara binpêkirina mafê jiyanê da û xwest mirina wî ji nûve were lêpirsînkirin.