ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2020'AN 2020-10-23 09:00:25 * Li Mêrdînê “şahidên nepen” ên kirin hêceta girtina hevşaredarên HDP’yî yek bi yek ji holê winda bûn. Derket holê ku şahid di çarçoveya Bernameya Parastina Şahid de jî li holê nîne. * Yaşar Gumuşlu ku 20 salên girtiye, ragihandin ku careke din cezayê hucreyê lê birîne û dermanên wî nadin wî.    * Aborîzan Mûstafa Sonmez, destnîşan kir ku ne mimkun e ku aborî di van şert û mercan de heya sala 2023'yan li ber xwe bide û got: "Her diçe qulik mezin dibe. Em ketine fetlonekeke pir mezin." Her wiha Sonmez anî ziman ku divê muxalefet israra xwe ya di warê hilbijartina pêşwext de bidomîne.    * Dîmenên karmendê kadastroyê Oral K. ên dema ji bo îstilamkirina erdên di bin ava Bendava Ilisûyê de bimînin bertîl stendibûn derketibûn holê, lê belê dadgehê dîmenên derketibû holê wekî delîl qebûl nekiribûn. Şêniyê gund Mehmet Toprak bertek nîşan da û got: "Van kesan dîmen girtine. Ên bertîl stendiye û yê daye jî li holê ye."    * Salîh Yaman, anî ziman ku birayê wî Omer Yaman  ê 65 salî ku di Girtîgeha Tokatê de ye, birayê wî yê nexweş nikare bi tena serê xwe avê jî vexwe û xwest birayê wî bê berdan.    *  Li Rihayê wê Çarşiya Zêrfiroşan bê xerakirin. Çarşiya Zêrfiroşan di sala 1989'an de li ber Xana Gumrukê ya dîrokî û Çarşiya Jêr hatibû çêkirin, lê belê ji ber sîlueta van deverên dîrokî xera dike wê bê xerakirin. 122 esnafên li vê çarşiyê jî diyar dikin ku berî bê xerakirin divê ji wan re cihek bê peydakirin.    * Ciwanan anî ziman ku piştî zanîngeh kuta kirine deyndar bûne û niha betal in û got, budçe divê ne ji bo şer û sermayeya alîgir, divê ji bo ciwanan bê veqetandin û xwestin deynên wan ên KYK'ê bên xerakirin.    * Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan, anî ziman ku ên li ber partya wan rûniştine û bi awayekî fizîkî û devkî êrîşan dikin ji aliyê îqtidarê ve hatine organîzekirin û çapemeniya hewzê jî wan sor dike û got, walî emr daye midûriyeta bajêr ku bi tu awayî kes dest nede van kesan.    * Hiqûqnas Dogan Erbaş, anî ziman ku ji bo pirsgirêka kurd bi awayekî mayinde bê çareserkirin pêdivî bi qanûneke bingehîn ku her kes tê de hebe heye û got, berî ku pirsgirêk kûrtir bibin divê her kes li dor zemîneke demokratîk bê cem hev.    * Li navçeya Basa ya Şirnexê, DEDAŞ'ê bi hinceta nedayîna fatûreyan av û ceyrana 13 gundan qut kir. Endamê Meclîsa Şaredariya HDP'ê Mehmet Erbey têkîldarî mijarê axivî û got: “Ger em van 13 gundan bifiroşin jî, gundî wê nikarin van fatûreyan bidin.”   * Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay dê li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê ya heftane li dar bixe. (11.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Wanê bi wesîleya salvegera 9'emîn a erdheja Wanê dê lia vahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)   * Desteya Koordînasyona Bajêr a TMMOB'a Amedê têkildarî avahî û resorasyona li navçeya Sûrê dê li Meydana Deriyê Çiyê daxuyanî bide çapemeniyê. (12.30)   * Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê "Rapora Binpêkirina Mafan a Girtîgehên Herêma Marmarayê ya 3 Mehan" dê li avahiya xwe eşkere bike. (13.00)   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar dê li Amedê bi nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl re bicive. (16.00)