Li Mêrdînê ‘şahidên nepen’ sexte derketin 2020-10-23 09:34:16 MÊRDÎN – Li Mêrdînê “şahidên nepen” ên kirin hêceta girtina hevşaredarên HDP’yî yek bi yek ji holê winda bûn. Derket holê ku şahid di çarçoveya Bernameya Parastina Şahid de jî li holê nîne.    Wezareta Karên Navxweyî qeyûm tayînî şaredariyên Qoser, Dêrik, Stewr, Nisêbîn û Şemrexê yên HDP’ê kiribû. Hevserokên van şaredariyan hatibûn girtin. Hevşaredar û gelek siyasetmedar li Mêrdînê bi hêceta “şahidê nepen” ku li ser wan axivîye hatine girtin. Rastiya “şahidê nepen” derket holê ku tiştek wiha nîne û sexte ye. Şahidên nepen li dosyeyên girtinê yên hevşaredar û siyasetmedarên HDP’yî û DBP’yî hatine barkirin. Dadgehê xwest şahidên nepen ên bi navê “B19O9L6D2P0L1T5”, “C1N9K1K8L (Çanakkale)”, “1KO3SOV0A8 (Kosava)”, “1AN4K0AR2A (Ankara)”, “1ES9R6ZPS8RN”, “1T4PK6P51” û “Boksor” werin guhdarkirin.    Di danişîna doza Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz û Hevşaredara Stewrê Gulistan Oncu dadger xwest şahidên nepen werin guhdarkirin. Lê belê şahidên nepen ên navê wan derbas dibe derket holê ku navê wan di Bernameya Parastina Şahidiyê de nîne.    Gelek siyasetmedarên li herêma Mêrdînê di çarçoveya îfadeyên van şahidên nepen de hatine girtin û hin ji wan ne girtî û hin ji wan girtî tên darizandin.    MA / Ahmet Kanbal