Li Esenlerê zilamekê xwest hevjîna xwe qetil bike 2020-10-23 09:42:48   STENBOL - Li Esenlerê, zilamê bi navê Ahmet Î., xwest hevjîna xwe qetil bike.   Zilamê bi navê Ahmet Î., li navçeya Esenler a Stenbolê, xwest ku hevjîna xwe qetil bike. Cîranên Ahmet Î., yê ku hevjîna xwe birîndar kir, li ser bilindbûna dengê qîrîniyê agahî dan polîs û ekîbên tenduristiyê. Ekîbên hatin cihê bûyer, mudaxileyî jina birîndar kirin û bi ambûlansê rakirin nexweşxanê.    Ahmet Î. jî ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û wî birin miduriyeta polîsan.