Agir berda hucreya lê dima 2020-10-23 10:46:29   EDENE – Li Girtîgeha Kurkçulerê ya Tîpa E girtiyek agir bi qawîşê xist û ew û gardiyanan ji dumanê bi bandor bûn.    Duh serê sibehê li Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê ya Tîpa E, girtiyek edlî agir berda hucreya lê dihat ragirtin. Navê girtî nehat zanîn. Ew girtî û gardiyan ji dumanên bi bandorbûn û hat zanîn ku rewşa wan baş e. Ne girtîgehê û ne jî serdozgeriyê têkidlarî şewatê daxuyaniyek dan û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.    Li heman girtîgehê di sala 2017’an de zarokên bi navê M.E. (16), F.K. (17) û M.A (17) agir berdabûn qawîşê û jiyana xwe ji dest dabûn.