Li Mûşê 5 kes hatin binçavkirin 2020-10-23 12:30:45   MÛŞ - Li Milazgirê, di serdegirtina malan de, namzetê Hevşaredarê HDP’ê Erdal Çakar jî di nav de 5 kes hatin binçavkirin.    Li navçeya Milazgirê ya Mûşê, polîsan duh û îro bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina  malan de, namzetê Hevşaredarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Milazgirê Erdal Çakar jî di nav de Rahim Coşkûn, Kerem Îbek, Mesût Gokdemîr û Zoral Yildirim hatin binçavkirin.    Kesên hinceta binçavkirina wan nehat zanîn, li Midûriyeta Polîsan a Navçeyê tên girtin.