Dest bi îfade girtina 21 kesên li Mereşê hatibûn binçavkirin hat kirin 2020-10-23 12:41:12   MEREŞ - Li Mereşê, 21 kesên di serdegirtinên malan ên di 21’ê Cotmehê de hatibûn binçavkirin, dest bi îfade girtina wan hat kirin.    Li navçeyên Cela, Nûrhaq û Afşînê yên Mereşê, polîsan di 21’ê Cotmehê de bi ser malan de girtibûn û 21 kes binçav kiribûn. Li gorî agahiyan dest bi îfade girtina 21 kesên li Miduriyeta Bajêr tên girtin, hat kirin. Hat dest nîşankirin ku 21 kesên dibin çavan de, bi îdîayên “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandeya rêxistinê kirin” îfade didin. Li bendêye 21 kes îro sewqî edliyê bên kirin.    Ji 21 kesên hatibûn binçavkirin navê 12 kesan wiha ye: “Rêveberê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Navçeya Nûrhaqê Bahir Horoz, Endamê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Volkan Dogan, Rêveberên HDP’ê yên Cela yên berê Haci Ûzûn û Dûrsûn Bahça, endamê HDP’ê Mehmet Bîçer û Emre Genç, Bese Ûsta, Mûstafa Ozgur, Alî Demîr, Erdal Demîr, Fîdan Polat û Hatîce Taş.