TMMOB: Projeya Wezîrê Bajarvaniyê dê zirarê bide sûran 2020-10-23 14:39:24   AMED – Sekreterê TMMOB’ê ya Amedê Dogan Hatûn bertek nîşanî projeya Wezîrê Bajarvaniyê ya ji bo Sûrê û Deriyê Çiyê da û got: “Ev proje aqilê meriv disekinîne. Projeya wezîrê dê zirarê bide sûrên Amedê.”    Desteya Koordînasyona Bajêr (ÎKK) a Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirkiyê (TMMOB)  a Amedê têkildarî projeya çêkirina Meydana Deriyê Çiyê û sûra li Deriyê Çiyê ya di sala 1930’an de hatiye hilweşandin ku ji aliyê Wezîrê Bajarvaniyê Mûrat Kûrûm ve hat eşkerekirin, li cihê dê proje were çêkirin daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Sûr bi şopên xwe dîrokî mîrate ye” hat vekirin. Sekreterê ÎKK’a TMMOB’ê Dogan Hatûn daxuyanî xwend. Hatûn bal kişand ser girîngiya dîroka Sûrê û got di salên dawî de gelek cihên dîrokî û çandî tên talankirin. Hatûn anî ziman ku îqtîdar bi awayek kêfî û ji zanistê dûr û ne teknîkî nêzî cihên dîrokî dibe û tê restorekirin.    Hatûn projeya ji aliyê Wezîrê Bajarvanî Mûrat Kûrûm û Walîtiya Amedê ve hat eşkerekirin rexne kir û got: ““Ev proje aqilê meriv disekinîne. Projeya wezîrê dê zirarê bide sûrên Amedê. Pewîste restorasyona niha li ser bircan tê kirin were kontrolkirin. Sûr û derdora xwe mîrateya hevpar a mirovahiyê ye. Loma em ê her kêlî bibin şopdarê her bizmarek li sûran were xistin.”