DÎB’ê rapora helikopterê amade kir: Hêj lêpirsîna îdarî venekirine 2020-10-23 14:40:07 STENBOL – DîB’ê der barê avêtina 2 welatiyên ku li Navçeya Şaxê ya Wanê ji helîkopterê avêtin rapor amade kir. DÎB'ê cih da axaftinên şahid û parêzeran û got: "Li gorî daxuyaniyên parêzeran heta neha tu lêpirsînek îdarî nehatiye vekirin."  Ji bo Demokrasiyê Yekîtî (DİB), têkildarî bûyera 11'ê îlonê ku eskeran Servet Turgut û Osman Şîban li Navçeya Şaxê ya Wanê ji helîkoptêrê avêtin rapor amade kir. Li ser navê Koordînasyona DÎB'ê heyeta ku ji Perihan Koca, Salih Zekî Tombak û Ayşegul Devecîoglu pêk dihat di 9'ê cotmehê de çûn li Wanê bi malbata Servet Turgut re hevdîtin kirin û raporek amade kirin. Heyetê piştî hevdîtina bi malbat, şahit û parêzeran rapor amade kir. Heyetê piştî rapor amade kir ji Wezaretên Meclîsa Tirkiyeyê, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê, Wezareta Dadê, Wezîrê Karên Hundir, Serdozgerên Komarê yên Wanê, Wekîlê Kola AKP'ê, Wekîlên Koma CHP'ê, Wekîlên Koma HDP'ê, Wekîlên Koma ÎYÎ, wekilên koma MHP, Serokê Partiya Karkerên Tirkiyeyê, Erkan Baş, Serokê DEVA Ali Babacan, Serokê Partiya Gelecek Ahmet Davutoğlu, Navenda ÎHD, TÎHV, TTB, Yekîtiya Baroyên Tirk û gelek sendîka û rêxistinên civakî yên li Stenbol, Enqere û ÎZmirê re şandin.    DÎB'ê di raporê de anî ziman ku esker di 11'ê Îlona 2020'an de li Navçeya Şaxê ya Wanê derketin operasyonê û wiha lê zêde kir: "Li cihê bûyer pêk hat ewil 2, piştre 8 helîkopterên Skorsky li herêmê çûn û hatin. Eskerên derketin operasyonê li Gundê Andiçen ê navbera Elk û Şaxê de li Mezrika Surikê Servet Turgut bi xwe re anîn gund. Piştre ji gund Osman Şiban jî bi xwe re birin. Li gundik 6 malbat hene. Li tenişta gund û gundik konên koçeran hene. Gundiyên gundikê Surikê qala wê rojê kirin.      DÎB'ê cih da rapora Walitiya Wanê û anî ziman  ku weki ku Servet Turgut ketibe xwer nîşan didin û wiha lê zêde kir: "Dema Osman Şiban birin nexweşxaneyê heta 9 rojan derman nekirin. Valîtiyê di daxuyaniyê de parast ku Servet Turgut û Osman Şiban li gorî usûlê tên derman dikin. Lê parêzerên malbatan Baran Bilici, anî ziman ku di bin çavan de muwekilê wî nehatine dermankirin û muayine kirin. Dîsa şahidiya ku gundiyan anîn ziman jî cuda ye.     Birayê Osman Şîban Cengiz Şiban anî ziman ku li herêmê operasyona eskerî dest pê kir u dengê çekan bihîstiye. Cengîz Şîban, anî ziman ku wê rojê ji xeynî Servet Turgut kes neçû zozanan. Di saetên serê sibê de dengê helikopterên eskerî hatin. Eskeran gotin 'Em bi hêrs in. Êşa me heye. Emê êşa xwe ji we derxin' Gef li me xwarin. Di saetên êvarî de eskeran Cengiz Şiban, bi xwe re anîn gund. Wê demê şopa lêdanê li ser Servet Turgut tune bû. Pirsa Osman Şiban kirin. Piştre Osman Şiban birin. Dema birin li pişt suyê wan xistin û li pey xwe kaş kirin. Osman Şiban û Servet Turgut bi kaşkirinê avêtin helikopterê. Pêlav û şewqê wan li wir ma."     200 ESKER HEBÛN    Birayê Servet Turgut Naif Turgut ji anî ziman ku birayê wî çûbû nava zeviyê û got: "Birayê min li nava zeviyê kar dikir. Zevî 1-2 km dûrî cihê şer bû. Esker hatin cem birayê min. Çûn birayê min Şevket û Osman bi xwe re birin.  Servet Turgut birin qada ku guha dixin çuvalan. Li wir nêzî 200 esker hebûn. Cengiz Şiban anî ziman ku li gund telefonan nedikişand."    Em wekî DİB'ê bi malbat û xizmên Servet Turgut re axivîn. Daxuyaniya Walîtiya Wanê wekî ku S.T û O.Ş  biribin nexweşxaneya taybet nîşan dide. Lê dema ji nexweşxaneyê birine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê 4 saet valahî heye. Di nava 4 saetan de valahiyek heye. Ji bo Servet Turgut gotin ji zinar ketiye xwar. Mînakê vê yekê berê jî pir hatin jiyîn. Di salên 1990'î de endamên rêxistinê û welatî ji helikopteran hatin avêtin.  Kesên dibêjin ji Helikopterê ket welatî û gundî ne. Yên hatin avêtin jiyana xwe ji dest nedabûn. Bi giranî birin nexweşxaneyê. Ya herî girîn jî rapora nexweşxaneyê ku dibêje 'Ji ber ji Helikopterê ket birîndar bûye ye.    Piştî Sertvet Turgut jiyana xwe ji dest dan polisan bi ser mala şînê de girtin.    DÎB'ê cih da daxuyaniyên parêzeran û anî ziman ku li gorî daxuyaniya parêzeran heta niha pêvajoya hiqûqî nehatiye destpêkirin û hêj tu lêpirsînên îdarî nehatiye destpêkirin. Heyeta DÎB'ê xwest ev bûyer bê ronîkirin û der barê berpirsiyaran de lêpirsîn bê vekirin. DÎB'ê da zanîn ku ew bawer dikin ku ev pirsgirêk dê bi rêbazên aştiyane û demokratîk çareser bibin."