9 sal bi ser erdheja Wanê re derbas bûn: Polîtîkaya pêçandina birînê top avêtiye 2020-10-23 14:53:35 WAN – Rêxistina HDP’a Wanê û TMMOB’ê bi wesîleya salvegera 9’emîn a erdheja Wanê daxuyanî dan û hat gotin îqtîdarê erdhejê jî veguherandiye rantê lê polîtîkaya wan a  pêçandina birînê top avêtiye.  Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Wanê bi boneya salvegera 9’emîn a erdheja Wanê ku di 23’yê Cotmeha 2011’an de rû dabû û 644 kesan jiyana xwe ji dest dabû û bi hezaran avahî hilweşiyabûn, li ber avahiya xwe daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç û rêveberên HDP’ê beşdarî civînê bûn.    ‘BI PEREYÊ ERDHEJÊ AŞÊN PIŞAFTINÊ AVA KIRIN’    Hevserokê HDP’a Wanê Okkeş Kava di daxuyaniyê de axivî û destnîşan kir ku li gel 9 sal bi ser bobelata erdhejê ve derbas bûye jî hêj mexdûriyeta xelkê didome.    Kava da zanîn ku hêj gelek kes bêmal in û got: “Îqtîdarê erdhejê jî veguherandiye rantê. Ji ber konutan gelek malbat hatin deyndarkirin. AKP bi ranta erdhejê pereyan berhev kir. Lê van pereyan li alîgirên xwe belav kir. Bi wan pereyan avahiyên sazî û dezgehên dê zarokên kurdan asîmîle bikin hatin çêkirin. Ji bo malbatên mexdûr tiştek nehat kirin. Lê hikumetê di televîzyonan de propaganda xwe kir û digot alîkarî dane xelkê.”    TMMOB: POLÎTÎKAYA PÊÇANDINA BIRÎNÊ TOP AVÊTIYE    Desteya Koordînasyona Bajêr (ÎKK) a Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirkiyê (TMMOB)  a Wanê jî bi wesîleya salvegera erdhejê daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Polîtîkaya pêçandina birînê ya îqtîdarê top avêtiye. Plan û proje hemû li ser rant û karê hatin çêkirin. Lê em bang li hikumetê dikin ku ‘Plana Mudaxileya Karesatê ya Tirkiyê’ di ber çavan de derbas bike. Tişta ku dikeve ser milê me jî ew e ku em ê vê erdhejê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Welatiyên me yên canê xwe ji dest dane carek din bibîr tînin.”