ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2020'AN 2020-10-24 09:00:34 * Li gundên girêdayî Şirnexê welatiyên ku dixwazin biçin gundên xwe yên ku lê şewat derketiye mudaxileyî şewatê bikin, lê li ser biryara Walîtiyê tên astengkirin û welatî li dijî vê bi bertek in û dibêjin "Hem dişewitînin û hem jî qedexe dikin."  * Li navend û navçeyên Şirnexê di demên dawî de kesên xwe wek “endamên îstihbaratê” didin nasîn sîxûriyê li welatî, rêveber û endamên HDP’ê ferz dikin. Hevseroka HDP’a Cizîrê Guler Tûnç diyar kir ku sepanên salên 90’î di dewrê de ne û got: “Di 3 mehên dawî de ev kesên nenas bi telefonê  li 2 hezar malbat geriyane û sîxûrî ferz kirine.”    * Ciwanan ji bo pirsgirêkên xwe yên di warê perwerdehî, îstihdam û ji bo pêşeroja xwe diyar kirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan bangawaziya HDP'ê bangeke girîng e û gotin: "Ji bo pêşeroja xwe em ê xwedî li vê bangawaziyê derkevin."    * Parêzer Necat Çiray ji bo "şahidên nepen" ên di dosyeyên siyasetmedar û hevşaredarên li Mêrdînê hatine girtin ch digirin de got "delîlên xeyaletî". Çiray, anî ziman ku dosyeyên qeyûman bi beyanên "şahidên nepen" hatine çêkirin û got, armanca van dosyeyan ew e ku qeyûmtiyê bidomînin.    * Rêvebirên DÎSK'ê anî ziman ku ji ber ku welêt nayê birêvebirin nîqaşên derbarê hilbijartina pêşwext de dest pê kirine û gotin: "Di rojeva kedkaran de hilbijartina pêşwext tuneye. Pirsgirêka debarê, xizanî û çûyîna AKP'ê heye."    * Endamên TJA'yê derbarê kampanyaya xwe ya "Em Xwe Diparêzin" de diyar kirin ku wê xebatên xwe bi 4 mehan sînor nekin û wê pêş de li gundan ew û jinan bên cem hev du û hin bernameyan li dar bixin.    * Bi hatina payizê re Geliyê Mûnzûrê bi xweşkiya xwe cardin mirovan heyr û hejmetkar dihêlê.    * Civaknas Yasîn Dûrak qedexekirin û astengkirina axaftina bi zimanê zikmakî wekî "qirkirina çandî" pênas kir û got, ev jî bi qasî qikirinê sûcekî mezin e.    * Tê xwestin ku li Geliyê Zîlanê Santrala Hîdroelektrîkê (HES) bê çêkirin. Lê belê ji bo vê projeya navbirî biryara "Ne hewceyî ÇED'ê ye" hat dayîn. Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê jî pandemî ji xwe re kir firsend û biryara ji bo ÇED'ê parast.    * Aktivîsta TJA'yê Nûr Surer anî ziman ku wê bi kampanyaya ku dane destpêkirin li hemû tax û kuçeyên Mêrsînê rêxistinbûyînekê baifirînin û got, ew li dijî ya xerab a xweşik bi rêxistin dikin.    * Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yê ku ji peywirê hat girtin û saleke girtiye, sûcdariyên li ser xwe û hewldanên meşrûkirina tayînkirina qeyûm ên desthilatdariyê teşhîr kirin. Mizrakli, diyar kir ku bi tayînkirina qeyûm qanûna xwe ya bingehîn binpê dikin û û bi vî awayî hewl didin, dest danin ser şaredariyên kurdan.   * Dayikên Şemiyê dê di hefteya 813'emîn de ji bo li aqûbeta windayan bipirsin çalakiya xwe ya heftane li ser medya civakî li dar bixin. (12.00)   * Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dê di hefteya 611'emîn de çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin" bi rêya vîdeoyê li dar bixe. (12.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê û Înîsiyatîfa Ji Girtiyan Re Azadî dê li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê wek her hefteyê balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş. (13.30)   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar dê bi Partiyên Tifaqa Kurdistanî re li Otela New Garden a Amedê bicive. Sancar piştî civînê jî li gel şandeya pê re dê biçe serdana esnafên Sûrê. (13.00-14.00)