Midurê emniyetê yê serxweş li nezaretxaneyê li sê kesan daye! 2020-10-24 11:01:15 MÊRDÎN – Midurê Emniyeta Dêrikê A.T.E. bi serxweşî çû nezarexaneyê û li sê kesên di binçavan de bûn da. Pişt re xwest polîsê di bin fermana wî de bi jopan lê bide û çû rapora ledanê wergirt.    Midurê Emniyeta Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê A.T. E. bi awayek serxweş çûye avahiya Emniyetê. Di nezaretxaneya binçavan de li 3 kesên di binçavan de bûne, bi hovîtî li wan daye û laşê wan êşandiye. Midur pişt re jî ji polîsê di bin fermana xwe e re dibêje bila lê bide. Polîs bi jopan lê dide. Her wiha midur derbarê sê wetiyan de jî girteka “li dijî polîsan derketine” girt. Bûyer li ser gilîkirina M.T. yê bi lêdana midur re rûbirû mabû derket holê.    BI SERXWEŞÎ DIÇE EMNIYETÊ Û LI SÊ BINÇAVKIRIYAN DIDE    Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; li Derikê roja 14’ê cotmehê 6 kes bi îdiaya madeyên hişbirê firotine hatine binçavkirin. Sê kes berî bibin emniyetê berdidin û sê kesên din jî dibin emniyetê.    Çend saet şûn ve Midurê Emniyeta Dêrikê ku alkol vexwariye û serxweş bûye diçe nezaretxaneyê û liv an her sê kesan dide. Lêdan li odeyek kamera nîne pêk hatiye. Midur heqaret û çêran jî bi wan dike.    BI ZANEBÛN XWESTIYE POLÎS BI JOPAN LÊ BIDIN    Piştî demek kin midur fermanê da polîsên li cem xwe û ji xwestiye ku bi jopan lê bidin û îşlikê wî biqetînin. Polîs jî bi jopan lê didin. Piştî vê yekê ji bo wan her kesan sûcdar bike girteka “ev kes li dijî polîsan derketine” girt.    Midur xwest her sê kes girtekê îmze bikin. Lê bes ev kes daxwaza midur red dikin û girtekê îmze nakin.    JI DOZGER RE VEGOT    M.T. dema dibin dozgeriyê tiştên hatine serê wan ji dozger re vedibêje û diyar dike ku midurê emniyetê bi serxweşî çûye cem wan û li wan daye. Her du kesên din derbarê lêdanê de tiştek negotin.    Piştî îfadeyên wan hatin wergirtin her sê kes jî serbest hatin berdan.   Tê payîn di çarçoveya îfadeyên M.T. de derbarê midurê emniyetê de lêpirsîna resen were destpêkirin.    MA / Ahmet Kanbal