Jiyana girtiyê nexweş Bîlîcî di xetereyê de ye 2020-10-24 13:48:30 ENQERE - Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Şevket Bîlîcî û diyar kir ku rewşa wî di xetereyê de ye.     Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî ya Enqereyê bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 320’emîn de çalakiya xwe ya heftane li avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqeereyê li dar xist. Rêvebera Şaxa ÎHD’ê Sevîl Tûrgût daxuyanî xwend û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Şevket Bîlîcî yê li Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa T Afyonê.    Tûrgût got serlêdanên agahiyên derbarê vîrîsûsa koronayê de ji bo komeleya wan tê kirin û qawîşên kerentînekirinê girtiyên nexweş adeta şandiye mirinê û di 3 mehan de 3 girtiyan di qawîşên kerentînekirinê de jiyana xwe ji dest dane.    REWŞA WÎ GIRAN DIBE    Tûrgût bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Şevket Bîlîcî û diyar kir ku wî serî li komeleyê daye û rewşa wî nebaş e. Tûrgût anî ziman ku gelek nexweşînên Bîlîcî hene û herî zêde nexweşîna dil wî aciz dike û niha 4 rihên qelbê wî girtîne û tedawiya wî birêkûpêk nayê kirin. Tûrgût da zanîn ku her roja ku diçe rewşa Bîlîcî giran dibe, ew nikare di girtîgehê de bijî û xwest demildest were berdan.