Yegîn: Hilbijartina Bolivyayê dibe ku ji bo Amerîkaya Latîn bibe hêvî 2020-10-25 09:02:48 STENBOL – Piştî darbeyê li Bolîvyayê hilbijartina ewil çêbû û partiya MAS'ê ya Evo Morales bi ser ket. Nivîskar Metîn Yegîn, diyar kir ku serketina MAS'ê girîng e û got, hilbijartinên Bolîvyayê hem ji bo Amerîkaya Latîn hem jî ji bo herêmên din bûye cihê hêviyê.    Li Bolîvyayê cara ewil di Îlona 2019'an de kesekî xwecihî bûbû serok. Ew jî Evo Morales bû. Lê piştî vê Morales di hilbijartinê serket cardin, li welêt protesto çêbûn û artêşê jê xwest îstifa bike. Morales jî îstifa kir û çû li Arjantînê bi cih bû. Lê belê di 19'ê Cotmehê de cardin hilbijartin çêbû û di vê hilbijartinê de namzetê MAS'ê Lûîs Arce bi ferqeke mezin bi ser ket. Ev hilbijartina piştî darbeyê û serketina partiya MAS'ê ji bo gelên herêmê wekî serketineke pir girîng tê hesibandin.    Nivîskar Metîn Yegîn, qewimînên li Bolîvyayê û bandora wê ya li welatên din ên herêmê nirxand.   Yegîn, anî ziman ku yek ji herêma ku ewilî neolîberalîzm lê hat pêkanîn Amerîkaya Latîn e û got, ên ewilî li ber rabû jî ev der e. Yegîn, diyar kir ku lê belê ev liberabûn pêleke populîst bû û got: "Li gelek welatan ji ber rûxandina ku seba neolîberalîzmê çêbûbû îsyan çêbûn. Li Bolîvya, Brezîlya, Hondûras û li Şîliyê. Paşê ev pêl li Hondûrasê bû wekî darbeyê vegeriya. Êdî îqtidarên populîst hêdî hêdî têk dişikiyan. Di nav evana de herî dawî du cih mabûn; Brezîlya û Venezûela. Bolîvya jî piştî darbeya par cardin hat. Ev pir girîng e, ji lewra piştî darbeyê bi demekê re veger çêbû. heta li Bolîvyayê çendî ku Morales bû îqtidar jî cardin vegeriya. Lewma ji bo Amerîkaya Latîn qewimîneke pir girîng e."   Yegîn, bal kişand ser darbeya ku beriya ya Bolîvyayê li Brezîlyayê çêbûbû û got, gelê Bolşvyayê li gor ê Brezîlyayê hîn birêxistin e. Yegîn, da zann ku Partiya Karkeran a Brezîlyayê jî ji 40 komên cuda pêk tê û got, çendî ku pêşengê partiyê Lûla da Sîlva bû serok jî, piraniya meclîsê ji ên rastgir pêk tê. Yegîn, bilêv kir ku li Bolîvyayê tiştekî werê tune ye û got: "Li Bolîvyayê di bêrîka her kesî de herî kêm 3 kartên rêxistinbûyînê hene. Endamê sendîkayê, endamê komîteya rêxistina taxê ye û herî kêm endamê du komîteyan e. Ev ji şoreşa 1951'ê ya karkerên madenê vir ve werê ye. nexasim piştî vê hilbijartin xwechî cardin vegeriyan. Lewma ya li Bolîvyayê tam serketina rêxistinbûyînekê ye. Jixwe kes nikare bi hilbijartinê bi tenê bi ser bikeve. Bi ser bikeve jî heger rêxistinbûyînek te tune be, dibe ku tu ji nişkave winda bikî."    ‘DYA'YÊ NIKARIBÛ A DILÊ XWE LI BOLÎVYAYÊ PÊK BÎNE'    Yegîn, anî ziman ku ji zû de bandora DYA'yê ya li ser Amerîkaya Latîn ji dest çûye û got, di dema Obama de Darbeya Hondûras re ev yek hinekî bi dest ket. yegîn, diyar kir ku yek ji lingên sereke yên neolîberalîzma DYA'yê Peymana NAFTA'yê ye lê belê niakribûye li Amerîkaya Latîn pêk bîne û got, sedema vê jî li wê der hikûmetên çepgir ên ehlê gel hene. Yegîn, diyar kir ku DYA'yê cadrin nikaribûye Bolîvyayê bi dest bixe û got: "Dînya bûye tiştek xerîb. berê darbe vedişartin û digotin, 'tu eleqeya me pê tune ye.' Lê niha bi awayekî aşkere dibêjin em ê darbeyê bikin. Lê belê nikaribûn vê yekê li Bolîvyayê bikin."    ‘DIBE KU BOLÎVYA JI BO AMERÎKAYA LATÎN BIBE HÊVÎ' BOLİVYA    Yegîn, anî ziman ku divê li dijî polîtîkayên DYA'yê çareyek bê dîtin û got, mirovahî nikaribû li hemberî DYA'yê çareyekê bibîne, lê belê Covîd-19'ê çareyek dît. Yegîn, destnîşan kir ku piştî şewbê borseya DYA'yê rûxiyaye û got: "Ji ber ku borsa xitimî, kargehên mezin top avêtin, pîşesaziya otomotîvê ku dînamîka kapîtalîzmê ye û turîzma ku jinûve kapîtalîzmê diafirîne rûxaiyn. Mimkun e ku mirovahî xwe bi rêxistin bike û jiyaneke din bi dest bixe.Papa Francîs bixwe jî diyar dike ku wê cîhan nikaribe bi neolîberalîzmê bimeşe. Lewma dibe ku hilbijartinên Bolîvyayê hem ji bo Amerîkaya Latîn hem jî ji bo herêmên din bûye cihê hêviyê."   TÊKOŞÎN Û JIN    Pişî darbeyê Patrîca Arce li bajaroka ku berê şaredara wê bû bi êrîşeke çekrî re rû bi rû mabû. Lê belê Arce, di hilbijartina dawî de bûbû senator. Yegîn bal kişand ser vê yekê jî û got, li cîhanê di warê nasnameyî de yê tahde li wan tên kirin jin in, lê belê di hemû xwepêşandanan de ên li pêş jî ew in. Yegîn, anî ziman ku lewma di peymana aştiyê ya Kolombiyayê de xalên wekî rawestandina cinayetên jinan û wekehviay civakiyî hene û got: "Li Brezîlya û Şîliyê jî îqtidarên maçi hem bi awayekî aşkere êrîşê dibin ser jinan û li hemû devera cîhanê potansiyelek werê heye ku jinên ji nav bindestiyê radibin bike îqtidar. Ev yek tenê bi Arceyê ne sînorkirî ye, di rêxistinine din de jî jin li pêş in. Werê xuyaye wê ji niha û pê ve gelek tişt di ser tevegra jinê re bimeşe."    MA / Tolga Guney