Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê 3'yemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist 2020-10-25 13:47:25   ŞIRNEX - Rêveberiya rêxistina HDP'ê ya Şirnexê, 3'yemîn Kongreya xwe ya Asayî ya Navçe Navendê li dar xist.    Rêveberiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê, 3'yemîn Kongreya xwe ya Asayî ya Navçe Navendê li dar xist. Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, Hevşaredara Sîlopiyê Adalet Fîdan, aktivîstên TJA'yê, endam û rêveberên rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyan beşdarî kongreyê bûn. Kongre bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.   Pişt re Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr di kongreyê de axivî. Îmîr, anî ziman ku ew ê azadiyê li her dever û kolanan bi rêxistin bikin û got: "Em li dijî şer, dibêjîn aşitiyeke bi rûmet. Ev rê riyeke dirêje. Lê em bi vê zanebûnê ketin vê rê yê. Çawa ku bi salane bi berdelên giran em azadiyê dixwazîn, ji vê demê şûnde jî, em ê vê riyê de bimeşîn. Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin."   Piştî axaftinan, ji bo hevserokatiya Navçe Navendê yên nû Kamuran Demîr û Zeynep Salgucak hatin hilbijartin.