‘Li Lîbyayê taktîkê negirt, dibe ku li Behra Spî tavîz bên dayîn’ 2020-10-26 09:00:28 STENBOL – Rojnameger, Vecih Cuzdan, diyar kir ku taktîka AKP’ê ya “Em li qadê hene em ê li ser meseyê bin” têk çûye û Tirkiye ji meseyê hatiye dûrxistin. Di encama hevdîtinên ku bi formata 5+5 li Ofisa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Cenevreyê hatin lidarxistin de, şerê navxweyî yê Lîbyayê ku bi salan e didome bi dawî bû û di navbera Hikumeta Mutabakata Neteweyî (UMH) ku Tirkiye piştgiriya wan dike û Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê (LUO) ku Xelîfe Hafter pêşengiya dike de peymaneke mayîn de hat îmzekirin. Li gorî peymanê divê heta 3 mehan leşkerên biyanî û şerkerên bipere Lîbyayê terk bikin. Wê ji bo yekkirina hêzên leşkerî yên aliyan hevdîtin bidomin û di meha bê de dê li Tûnûsê hevdîtinek bê kirin.    PEYMANÊ ERDOGAN ACIZ KIR   Rojnameger Vecih Cuzdan, derbarê vê peymana di navbera aliyan de axivî û nirxandinan kir. Cuzdan, diyar kir ku Tirkiye li derveyî hevdîtinan hatiye hiştin û ji ber vê yekê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ji ji peyman û agirbestê aciz e û wiha got: “Cara yekemîn peyman li ser agirbesteke mayînde rawestiya. Her du alî jî leşkerên bipere bi kar tînin. Belavkirin û şandina van hêzan a ji Lîbyayê niha zehmet diyar dike. Xalên li ser leşkeriyê wê bi zorê pêk bên.”   ‘ROLA MISRÊ LI PÊŞ E’   Cuzdan, da zanîn ku di derketina hêzên ku desthilata Erdogan şandiye qadê de dibe ku xitimandin çê bibe û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Erdogan got ku peyman û agirbest demkî ye. Desthilata AKP’ê baş nêzî peymanê nabe û di sekna hilweşandinê de ye. Sekna AKP’ê ya Lîbyayê bi sekna wê ya Sûriyeyê re heman e. Bi destûra ‘Ji bo ku em li ser meseyê bin em ê li qadê bin’ tevgeriyan.  Lê niha ji rola Tirkiyeyê zêdetir rola Misrê li pêş e. taktîka AKP’ê ya “Em li qadê hene em ê li ser meseyê bin” têk çû û negirt.”   ‘MISIR HEWL DIDE PÊŞÎ LI ERDOGAN BIGIRE’   Di berdewamê de Cuzdan, destnîşan kir ku Tirkiye negihiştiye armanca pêngavên xwe yên Lîbyayê û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ji ber ku armancên wê pêk nehatin dê Tirkiye neçar bimîne ku li Behra Spî jî ji mafên xwe yên xwezayî tavîzan bidin. Rewş ber bi vê ve diçe. Ji ber vê yekê polîtîkaya desthilata AKP’ê yên li Lîbyayê têk çûn. Erdogan neçar ma ku rola Misrê ya Lîbyayê qebûl bike. Ne tenê li Lîbyayê li Sûriye û Iraqê jî Misr helw dide pêşî li Erdogan bigire.”    MA / Îdrîs Sayilgan