Polisan bi ser polîklînika serokê berê yê Odeya Bijîjkan a Wan-Colemêrgê de girt 2020-10-26 16:05:30   WAN – Binceta parvekirinên li ser medya civakî yên derbarê avêtina ji helîkopterê ya Servet Tûrgût û Osman Şiban, polisan serokê berê yê Odeya Bijîjkan a Wan-Colemêrgê Dr. Ozgur Deger Denîz binçav kir û piştî gotin girtinê wî berda.    Serokê berê yê Odeya Bijîjkan a Wan-Colemêrgê Dr. Ozgur Deger Denîz, li ser hesabê xwe twîterê bi  van gotinan “Ji aliyê cendirmeyên sûcên sîberê ve têm binçavkirin” ragihand ku hatiye binçavkirin. Dr. Deger, diyar kir ku polisan bi ser polîklînîka wî de girtine û telefona wî destser kirine.     Dr. Deger, piştî vê twîtê twîteke din avêt û ragihand ku bi parêzerê xwe re gotin daye û hatiye berdan û wiha got: “Ez baş im tu pirsgirêkeke min tuneye. Bikevime hûrgiliyê. Hin twît ji min hatin pirsîn. Derbarê binçavkirin û avêtina ji helîkopterê de twîtên min hene. Twîteke min a ku Davûtoglû rexne kiriye heye.”