Mûçeyê jina astengdar û nexweş birîn 2020-10-27 09:12:58 WAN - Kîbar Tûncer a 70 sakî ku bi nexweşîna parkînsonê ketiye, piştî mûçeyê wê yî nihêrvaniyê vê carê mûçe wê yê astengdraiyê jî hat birîn. Tûncer got: "Pêdiviya min bi nihêrînê heye. A hatiye kirin zilm e."  Li Taxa Hacibekîr a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Kîbar Tûncer a 70 salî ku nexweşîna parkînsonê lê peyda bûye, ji ber mûçeyê wê hatiye birîn zehmetiyê dikişîne. Pêşî mûçeyê wê yê nihêrvaniyê hatibû birîn, niha jî mûçe wê yê astengdariyê. Tûncer, ku bi sendelyeya bitekr bi rê ve diçe, ji bo mûçeyê xwe serî li Midûriyeta Xizmetên Malbat, Xebat û Civakê ya Bajêr daye, lê belê serlêdana wê hatiye redkirin. Ji ber ku wesayîte li ser navê kurekî wê qeyd kiriye, mûçeyê wê hatiye birîn.   Tûncer ku 30 sal in bi nexweşîna parkînsonê keyiye û bi zorê xeber dide, xwest çaareyek bê dîtin. Tûncer, bilêv kir ku kesekî wê tuneye lê mêze bike û got: "Pêdiviya min bi nihêrînê heye. Min bi meaşê xwe yê extiyarî û astengdariyê debara xwe dikin. A hatiye kirin zilm e. Ma çav berdan meaşê min ê extiyariyê? Min serî li şaredariyê, walîtiyê û nexweşxaneyan da, lê tiştek bi dest min neket."    Bûka Tûncerê Şîrîn Tûncerê jî anî ziman ku tu dahateke wan tune ye û piştî meaş hatiey birîn barê wan girantir bûye. Tûncerê got: "Bi tea serê xwe hem li zarokên xwe hem jî li xesûya xwe dinêrim. Di bin vî barî de dieciqim. Tu dahetek me tune ye. Xesuya min pir mexdûr bûye. Qet nebe bi wî pereyî lazmatiyên xwe dikirîn. Berê diçû tedawiya fizîkê. Lê niha naçe."