Parlamenterê berê Îbrahîm Bînîcî hat binçavkirin 2020-10-27 11:15:39 ENQERE - Parlamenterê BDP’ê yê berê Îbrahîm Bînîcî, di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de hat binçavkirin.   Parlamenterê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yê berê Îbrahîm Bînîcî, li Enqerê serê vê sibê di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Polîsan di lêgerîna mala Bînîcî de, dest danîn ser pirtûk û meteryalan. Hat diyar kirin ku ji bo Bînîcî biryara heya 24 saetan qedexekirina parêzeran hatiye dayîn.    Hat dest nîşan kirin ku Bînîcî di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de hat binçavkirin. Hat hînbûn ku li Enqerê, Semsûrê, Amedê û Êlihê, polîsan di çarçoveya heman lêpirsînê de, bi ser malan de girtin e.