Bi navê DAÎŞ’ê gefa kuştinê li hevşaredarê HDP'î xwarin 2020-10-27 11:26:43   ŞIRNEX – Kesekî nasnameya wî ne diyar li ser hesabên medya civakî bi navê DAIŞ’ê gefa kuştinê li  Hevşaredarê Silopyayê Suleyman Şavlûk xwar.       Di rojên dawî de sîxurtî li rêvebir û hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tê ferzkirin û bi vê yekê re gelek êrîşên dijwar li hemberî wan pêk tên. Di vê pêvajoya ku ji hêla dewletê ev êrîş li hemberî HDP’iyan pêk tên, Hevşradarê Navçeya Silopyayê ya Şirnexê Suleyman Şavlûk bi gefa kuştinê re rûbirû ma. Kesekî nasnameya wî ne diyar li ser hesabên medya civakî bi navê DAIŞ’ê gefa kuştinê li Hevşaredarê Silopyayê Suleyman Şavlûk xwar.    Kesê ku ev demeke gefa kuştinê li Hevşaredar Şavlûk dixwe, herî dawî di 16’ê cotmehê de bi nimreyeke Tirkiyeyê ya WhatsAppê wêneyên fermandarên DAÎŞ’ê û înfaza hin dîlên di destê DAIŞ’ê de ji Şavlûk re şand û gefa kuştinê lê xwar.  Şavlûk, derbarê mijarê ji Ajansa me re axivî û diyar kir ku ev gef nêzî salekê ye lê xwarin.    BI WÊNEYÊN DAIŞ’Ê GEF XWAR   Şavlûk, destnîşan kir ku gef ji hela heman kesî ve li ser mecrayên cuda yên medya civakî lê tê xwarin û wiha got: “Kesê gef li min dixwe herî dawî di 16’ê cotmehê de li ser xeteke WhatsAppê ya vekirî bi wêneyên fermandarên DAÎŞ’ê û înfaza hin dîlên di destê DAIŞ’ê gefa kuştinê li min xwar. Peyamên erebî dişîne. Bi parêzerê xwe re çûm dozgeriyê û gilî kir.”   ‘FIKARIN MIN HENE’   Di berdewamê de Şavlûk, bi lêv kir ku ji ber gefa li hemberî bi fikar e û ev tişt gotin: “Ji bo demên pêş de jî fikarên min hene. Ez ji vê yekê bifikarim. Daxwazek me ji dozgeriyê heye ku van kesan aşkera bike. Hêvî dikim van kesên ku gefan dixwin, di demeke nêz de bên dîtin û darizandin.”