Foza Yûsif: Tirkiye xwe ji êrîşên nû re amade dike 2020-10-27 14:43:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Dîwana Hevserokatiya PYD'ê Foza Yûsif, diyar kir ku Tirkiye li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, amadekariyên êrîşên nû dike û got: "Ger ev yek pêk were, wê heya 2 salan şer û krîz her tim di rojevê de be."   Endama Dîwana Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û endama Rêveberiya TEV-DEM'ê Foza Yûsif, bi berfirehî qala partiya xwe PYD'ê ku çawa di çarçoveya stratejiya neteweya demokratîk de siyaseta xeta sêyemîn li herêmê meşandiye û kiriye ku Kurd di van salên alozî û şer de weke hêzeke sereke ya li herêmê derkeve holê. Yûsif, da zanîn ku di van 10 salan de, diyar bû ku bê kurdan û bêyî Rêveberiya Xweser li Sûriyeyê çareserî ne pêkane.   Yûsif, diyar kir ku ew di çareserkirina pirsgirêkan de diyalogê esas dibînin û ji ber vê bawer nakin ku bi rêbazên leşkerî pirsgirêkên Sûrî bêne çareserkirin. Yûsif pirsgirêka demokratîkbûnê ya Sûrî bi bîr xist û di vê çarçoveyê de balê bir ser pozîsyona rêveberiya Şamê û got, "Zêhniyeta dewleta netewe wek kabûsekê Sûrî fetisandî ye. Tevî guhertin û veguhertinan hemûyan jî rejîma Sûrî dixwaze dîsa bi modela dewleta netewe pirsgirêkan çareser bike. Guhertinên demoqratîk qebûl nake. Û bi hişmendiya yek ziman, yek al, yek netewe, yek çand tevdigere. Yanî mînaka herî berbiçav ew e, heta niha hukûmeta Sûrî xwendina bi zimanê dayikê qebûl nekiriye û her ku diyalog çêdibe, dixwazin dibistan vegerin dema rêjîmê. Ev mînak berbiçav e ku çiqas li guhertina demoqratîk girtîne. Tevî hewldanên me hemûyan jî ku em dixwazin bi riyên demoqratîk û aştiyane pirsgirêkên xwe çarser bikin lê mixabin Rejîma Sûrî ji vê yekê direve.”   'DEWLETA TIRK DIXWAZE DÎSA ÊRIŞ BIKE'   Yûsif, dest nîşan kir ku dewleta Tirkiye her tim ji bo destwerdanê hewl daye zemînê ava bike û wiha bilêv kir: "Ji bo vê bi çeteyên mîna DAIŞê re xebitî, her çiqasî ev pêşî veşartî kir jî, lê bi ser neket. Niha bi awayekî aşkere karên qirêj dike. Tehlûkebûna dewleta Tirk ne tenê ji bo Kurdan ji bo tevahî gelan û demokrasiyê heye. Armanca dewleta Tirk ew e, di paşeroja Sûriyeyê de bibe xwedan gotin û nehêle ku Kurd bi ti awahî bibin xwedan statu. Lewma hemû rêbazan bi kartîne. Li gor şopandina me Tirkî dixwaze careke din êrişî herêmên me bike, ger derfet bibîne wê vê yekê bike. Lê ger derfet nebîne wê bi riyên istixbaratî bixwaze tevlihevî çêbike, fitne derxe, kesên bi bandor bikuje, bê istiqrariyê çêke. Jixwe van hemûyan jî niha dike."   'ŞERÊ TAYBET DIMEŞÎNE'   Yûsif, şerê taybet ê dewleta Tirk li dijî Rêveberiya Xweser bi mînakan nîşan da û qala ajankirin, fitne û fesadiya di nava pêkhateyan de kir û got, bi saya hişyariya gel pirranî van hewldanên dewleta Tirk hatine pûçkirin. Foza Yûsif got: "Em civaka xwe rojane li dijî polîtîka dewleta Trik hişyar dikin, hişmendiya siyasî û parastinê xurt dikin. Di warê diplomasiyê de jî ji bo rastiya siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk bê deşîfrekirin û li dijî wê helwest çêbibin em di nava hewldanan de ne."   'EM Ê YEKÎTIYÊ BI SER BIXÎNIN'   Yûsif, qala şert û mercên zehmet ên herêmê jî kir û wiha pê de çû: "Bandora ambargoya aborî li ser Sûriyeyê kir. "Ev hemû bandorê li ser guhertinên demokratîk dike, lê dîsa jî herî zêde Rêveberiya Xweser karîbû li ser piyan bisekine."   Yûsif, li ser Yekîtiya hêzên Kurdî û hevdîtinên bi ENKSê re ev şirove kir: "Em hewl didin bi hêmanên demokratîk yekîtiyê ava bikin, lê ENKS'ê muhafezekar tevdigere. Tevî hemû astengiyan jî em bi hevîne ku ev pêvajo bi ser bike."   'HEM XETERÎ HEM JÎ DERFET HENE'   Foza Yûsfi, di dawiya axaftina xwe, diyar kir ku li Sûriyeyê şer nesekiniye û wiha got: "Li gorî nêrîna min gelek xeterî hene ji bo kurdan, lê gelek derfet jî hene. Kurd di herêma Rojhilata Navîn de bûne hebûneke siyasî û kes nikare înkar bike, lê polîtîkayên qirkirinê jî li ser kar in. Ger em şaştiyên siyasî yên mezin nekin û em xeta sêyemîn biparêzin û yekitiya xwe ava bikin netenê ji bo Kurdan her weha ji bo hemû Sûrî em karin bibin riya çarseriyê."