Danişîna bersûcê istismara zayendî taloq bû 2020-10-27 16:15:15   WAN – Danişîna doza bersûcê istismara zayendî E.B. ku li navçeya Rêya Armûşê zarokekê îstismar kiribû, hat taloqkirin.    Di 26’ê tîrmeha 2019’an de E.B. li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê zarokekê îstismara kiribû. Pişt re hatibû girtin û bi sûcdariya “îstismara zayendî ya biwesf” doz lê hatibû vekirin. 3’emîn danişîna doza E.B. li 1’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê hat dîtin. Bersûc E.B. ji Girtîgeha Tîpa L a Panosê ya Agiriyê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû. Malbata zaroka ku bersûc E.B. wê îstismar kiribû û parêzerên wan jî li danişînê amade bûn.    Di danişînê de bersûc E.B. mafê axaftinê girt û angaşt kir ku “komplo” lê hatiye kirin û daxwaza bereeta xwe kir. Heyeta dadgehê, biryara berdewam girtina bersûc E.B. da û danişînî taloqî 10’ê kanûnê kir.