Gullu Yilmaz: Hevjînê min ez şewitandim 2020-10-27 16:21:07   AMED  - Danişîna doza Can Yilmaz ê hevjîna xwe Gullu Yilmaz kuşt, hat dîtin. Polîsên bûn şahid û îfade dan, anîn ziman ku Gullu Yilmaz li nexweşxaneyê gotiye “Hevjînê min ez şewitandim."    Li Navçeya Erxenî ya Amedê di 17'ê Cotmeha 2019’an de Can Yilmaz, hevjîna xwe Gullu Yilmaz kuşt. 2'yemîn danişîna doza bersûc Can Yilmaz li 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Bersûc Can Yilmaz, ji Girtigeha Tîpa E ya Amedê bi rêya SEGBÎS'ê amade bû. Parêzerên kuştî Gullu Yilmaz, malbata Gullu Yilmaz û parêzera Wezareta Polîtikayên Civakî û Malbatî tev li danişînê bûn. Polîsên bûn şahid Gultekin Artık û Îmran Harman ku li nexweşxaneyê bûn şahid. bi rêya SEGBİS'ê şahidî kirin û diyar kirin ku Gullu Yilmaz li nexweşxaneyê gotiye "Hevjînê min ez şewitandim."    Piştî parastina parêzer û bersûc, heyeta dadgehê biryar da. Heyetê ji ber delîl û sûcên şênber heye berdewama girtina Bersûc Can Yilmaz da û danişîna dozê taloqî 19'ê Çileya 2021’an kir.