Fecriye Coşkun jiyana xwe ji dest da 2020-10-27 18:04:58       ŞIRNEX- Dayika Şûkrû Coşkun ku di jêrzemînên Cizîrê de hatibû kuştin, Fecrîye Coşkun a 67 salî jiyana xwe ji dest da.   Şukru Coşkun, di dema qedexeya derketina derve ya ku di 3'yê Adara 2016'an de hatibû ragihandin û 79 rojan dewam kiribû de di jêrzemîna avahiyekê jiyana xwe ji dest dabû. Dayika wî Fecrîye Coşkun a 67 salî îro li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.   Cenazeyê Şukrû li goristana Asrin a Cizîrê hat definkirin.