76 kes bi covit-19 mirin 2020-10-27 20:47:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19'ê 76 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 2 hezar û 209 kesên din jî bi şewbê ketin.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 76 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 209 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyeyê heya niha 9 hezar û 950 kes jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî bû 366 hezar û 208.