Berberê 66 salan, ji bo çanda kevnar li ber xwe dide 2020-10-28 09:06:38 AMED – Li Amedê Saît Bîngol ku 66 sal in berbertiyê dike, guh nade teknolojiyê û bi amûrên 100-150 sal berê rihê diqusîne. Bîngol got: "Ez van amûran qet neguherîm."  Saît Bîngol 66 sal in li Çarşiya Sefaran a Sûr a Amedê berbertiyê dike. Bîngol ku di 7 saliya xwe de dest bi vî karî kiriye qet guh nade teknolojiyê û karê bi amûrên 100-150 sal berê dike. 5 zarokên Bîngol hene û teqawid bûye. Lê belê hîn jî wekî roja ewil bi eşq karê xwe dike.    ‘NANÊ MIN JÊ DERTÊ'    Bîngol, gava 2 salî bûye bavê wî dimire. Di 7 saliya xwe de wexta diçe dibistanê mamosteyê wî lê dide. Piştî wê lêdanê dev ji dibistanê berdide û diçe li ber destê berberekî dixebite. Ewilî li Çarşiya Şewitî li ber destê berberekî dest bi kar dike. Dû re dibe hoste û amûrên ji hosteyên wî didê karê xwe didomîne.    Bîngol ku dibêje "Nanê min jê dertê. Mişteriyên min ên berê hene û hîn jî tên" guh nade teknolojiyê.    ‘QET NEGUHERÎM'    Bîngol got: "Axayên li vê semtê giş dihatin cem min traş dibûn. Mihemedê Pîresin, Îbrahîmê Hecî Dawud, Şêxmûs Atli giş dihatin cem min. Ên sax hîn jî tên. Mişteriyên min hene, 50 sal in li ba min traş dibin. Tu ji kê bipirsî min nas dikin."    Bîngol ku bi amûrên berê karê xwe dike, anî ziman ku ciwan pir nayên dikana wî û got: "Ciwan nayên. Ji lewra pir ji van makîneyên min ên kevn fêm nakin. Hûn jî fêm nakin. berê makîne filan tune bûn. Berê dûzan (ûstraya pola ya bi destan tê çêkirin) hebû. Qevda wê jî hestî ye. Evana berê ji Sûriyeyê dianîn. Niha tune ne, ev pola ne. Ev dûzana di dest min de 70 salî ye. Kevirê wê yê seqandinê jî 100 salî ye. Niha ev tişt tune ne. Çimkî cilêt û akîne derketine. Ne dûzan û ne jî ev kevir mane."    Bîngol ku ji sindoqa xwe xwelîdanka xwerû tûnc ku herî kêm 100 salî ye derdice û dibêje: "Ev li tu derî nayê peydakirin. Heger zêr bûna ez ê xenê bûbûma." Bîngol, tase li dîwarê dikana wî daliqandî ku malê elemînyon e nîşan dide û dibêje herî kêm 150 salî ye. Bîngol got: "Ez hîn jî vê tasê bi kar tînim."    ‘BERÊ MODA MODA TUNE BÛ'    Bîngol, anî ziman ku berê mirov bi meqesê traş dibûn û wê çaxê bi navê moda modayê tiştek tune bûye. Bîngol, diyar kir ku usûlên berê ji yên niha çêtir in û got: "Niha tên nizam qusandina almanî, nizam qusandina amerîkanî. Berê xweştir bû. Bi meqesê dihat jêkirin. Baştir bû. Traşa niha li gor a berê en tu traş e. Ji lewra hemû bi makîneyê tê jêkirin. Xwe nawestînin, ji lewra makîne mirovan nawestînin. Lê belê mirov tim tiliyên xwe bi akr dianîn. Min sertîfîka dereng wergirt. Seba serokê odeyê. Serokê odeyê ji min re got, 'Saîd were em belgeya te derxin, an jê wê serdema bê heqê sertfîkayê biha bibe.' Lewma min sertîfa zû stend, an jê min nedistend."    ‘BI PEREYÊ ÎRO NE PEKAN E’   Bîngol, bal kişand ser heqê traşê yê berê û niha û got, perê berê li gor ê niha pir biqîmet bû. Bîngol got: "Berê me bi 2 kaxez û nîvan diqusand. Lê niha li dor 25 TL'ya ye. 25 lîreyê niha ne bi qasî du kaxez û nîvê wê çaxê ye. Ji lewra berê bi pereyê traşê tu diçû te kebab diwar, dew vedixwar. Lê perê niha têr nake. Min bi perê qusandinê zarokên xwe dan xwendin û min du xanî kirîn. Lê bi perê niha ne mimkun e ku mirov malekê xaniyekî jî bikire."    MA / Ergîn Çaglar