Dayik Gunduz: Bila hestiyên keça min radestî min bikin 2020-10-28 09:10:34   AMED - Dayika Meral Hatîce Gunduz a PKK'î Mewlûde Gunduz ku keça wê di sala 1996’an de li Dersîmê jiyana xwe ji dest daye diyar kir ku ji 15 salan zêdetir e gora xwe û keça xwe li navçeya Gêlê li rex hev çêkiriye û xwest rayedarên dewletê hestiyên keça wê teslîmî wan bikin.    Meral Hatîce Gunduz (Herekol Nûjîn Delal) a PKK'î di sala 1996’an de li navçeya Qislê ya Dersîmê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Gunduz radestî malbata wê nehat kirin û li vir hat definkirin. Dayika Gunduz Mewlude Gunduz derbarê negirtina cenazeyê keça xwe de axivî û diyar kir ku mirina keça xwe ji televîzyonê hîn kiriye û wiha got: "Di sibata 2015’an êvarê rûniştibûm min lê nêrî di televîzyonê de derket. Navê 18 kesan rêz kirin. Ji bo keça min jî gotin li navçeya Qisle ya Dersîmê bi 10 hevalên xwe yên jin re jiyana xwe ji dest daye."   Dayik Gunduz, da zanîn ku piştî van agahiyên ji televîzyonê girtiye serî li MEYA-DER'a Dersîmê daye û derbarê vê pêvajoyê de ev agahî dan: "MEYA-DER'ê telefonî Meletiyê kir. Meletiyê ji wan re got, ‘Dosya wan hatibû vir lê dosya ji vir şandine navçeya Qisle ya Dersîmê’. Dûre hat gotin ku keça min û 10 hevalên wê yên jin bi hevre defin kirine. Me xwest biçin cihe ku lê hatine definkirin lê gotin ew der ne bi ewle ye em jî neçûn.”   15 SAL IN GORA KEÇA XWE ÇÊKIRI YE   Di berdewamê de Gunduz, bang li malbatên PKK’iyên ku bi keça wê re jiyana xwe ji dest dane kir ku bi hev re biçin serî li dozgeriyê bidin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rayedar çi dikin bila bikin lê bila hestiyên me bidin me. 15 sal zêdetir in min gora xwe û ya keça xwe li navçeya me ya Gêlê li rex hev çêkirine. Min got ez bibînim ez ê bînim li wir defin bikim.”   ‘BILA HESTIYÊN ME BIDIN ME’   Gunduz, anî ziman ji bo ku cenazeyê keça xwe bigire serî li MEBYA-DER a Amedê daye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bes e bila rayedarên dewletê astengiyê ji me re dernexînin û hestiyên me bidin me. Em dayik in rondikên çavan û kezeba hemû dayikan yek in. Dibêjin ‘em xwişk û birayê hev in’ heke em xwişk û bira bin bila cenazeyê me bidin me ku rojên înê em biçin ser gora zarokên xwe. Wekî din em tiştekê naxwazin.”   MA / Fahrettîn Kiliç