Li Stenbolê 3 HDP’î binçav kirin 2020-10-28 10:56:23   STENBOL – Li navçeyên Sûltanbeylî, Gazîosmanpaşa û Esenlerê polisan bi ser malan de girt û 3 HDP’î binçav kirin.    Li navçeyên Sûltanbeylî, Gazîosmanpaşa û Esenlerê yên Stenbolê, di saetên serê sibehê de polisan bi ser malên endam û rêveberên HDP’ê de girt û 3 HDP’î binçav kirin. Sedema binçavkirinan nehat hînkirin. HDP’iyê hatin binçavkirin navê wan wiha ne; Raîf Altûnhîsar, Ercan Yucesan û Volkan Eren.