Rojnameger Demîr beraet kir 2020-10-28 11:11:07   STENBOL - Danişîna doza Rojnameger Necla Demîr, ku bi îdeaya "Heqaret li Serokomar kiriye" doz lê hatibû vekirin hat dîtin. Dadgehê Demîr beraet kir.    3'emîn danişîna doza Rojnameger Necla Demîr ku bi îdeaya "Gel teşwîqî dijmin û kînê kiriye" û "Heqaret li Serokomar kiriye" li 8’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Bakirkoyê hat dîtin. Demîr tev li danişînê nebû. li şûna wê parêzer Sercan Korkmaz amade bû. Parêzer Korkmaz, parastina berê dubare kir û xwest Demîr beraet bike. Heyeta dadgehê jî der barê Demîr de biryara beraetê da.