Der barê Ekîncî de biryara girtinê 2020-10-28 11:37:21   STENBOL -  Dozger der barê Rojnameger Burhan Ekîncî de bi îdeaya "Propaganda rêxistinê kiriye" doz lê vekir û der barê Ekîncî ku li Almanya dijî de biryara girtinê da.    Serdozgerê Komarê yê Stenbolê der barê Rojnameger Burhan Ekîncî de ji ber parvekirinên medya înternetê bi îdeaya "Propaganda rêxistinê kiriye" doz vekir. Dozgeriyê piştî dozê der barê Ekîncî de biryara girtinê da. Dozger piştî îdeaname amade kir pêşkêşî 30'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê kir. Heyeta dadgehê jî îdeaname qebûl kir û doz vekir. Dozger der barê Ekîncî ku li Almanya dijî de biryara girtinê da.