Ûgûr: Dadgehê şopeke reş derbasî dîrokê kir 2020-10-28 11:52:48   WAN – Ji rojnamerên ku ji ber avêtina ji helîkopterê ya gundiyan bi belgeyan derxistin holê û hatin girtin Cemîl Ûgûr, diyar kir ku dadgehê şopeke reş derbasî dîrokê kiriye û wiha got: “Îtaatkirina ji desthilatê re di kevneşopiya me de tuneye û wê tu demê jî çênebe.”    Ji rojnamerên ku ji ber avêtina ji helîkopterê ya 2 gundiyan a li navçeya Şaxê ya Wanê bi belgeyan derxistin holê û hatin girtin Cemîl Ûgûr, derbarê serboriya wan de ji Girtîgeha Tîpa F a Wanê  nameyek nivîsand.    ‘TIŞTA DIDARIZÎNIN ROJNAMEGERÎ YE’   Ûgûr, destnîşan kir ku hemû nûçeyên ku çêkirine ji bo rastiyê bigihîne gel çêkirine û wiha got: “Ji ber ku me vê kir em îro di girtîgehê de ne. Ji pirsên ku ji me hatin pirsîn jî em dibînin ku sûcek li holê tuneye. Bifikirin bi mehan telefonên me guhdar kirine lê tenê hevpeyvîneke min a bi xizmê girtiyekî nexweş re pirsîn. Di rastiyê de tişta didarizînin rojnamegerî ye. Divê ev baş bê dîtin û xwendin.”   BIRYARA BIHINCET     Di berdewamê de Ûgûr, bi bîr xist ku dadgehê tunebûna qertên wan ên zer ê çapameniyê weke sûc hesibandiye û ji berk u li gorÎ xwesteke adesthilatê nûçeyan çênakin dibin tên sûcdarkirin û ev tişt got: “Me li ser daxwaza tu partî û desthilatê nûçe çênekirine û em ê çênekin jî. Em dizanin ku wê desthilat qertên zer ê çapameniyê nede me, jixwe bi hezaran kesên ku rojnamegeriyê dikin qertên wan ên zer tunene. Dadgehê bi biryara xwe şopeke reş derbasî dîrokê kiriye. Em dixwazin li pîşeya xwe hatiye binpêkirin xwedî derkevin.”   ‘EM HÊZA XWE JI GEL DIGIRIN’   Ûgûr, got ku bi nûçeyên ku çêdikin dibin dengê kedkar, gelên bindest, jinên tên tacîzkirin û destdirêjî û tundî li wan tê kirin, welatiyên mafên wan tên binpêkirin, hemû zîndewerên li xweza û cihanê dijîn û nameya xwe wiha bi dawî kir: “Bi girtina me tê xwestin ku dengê heqîqetê bê birîn. Hemû nûçeyên me yên derbarê avêtina ji helîkopterê xwe dispêrin belgeyên nexweşaneyê û şahidiya şahidan. Me li dijî vê nûçeyek çênekir. Hemû aciziya desthilatê ji vê ye. Li şûna ku derbarê bûyerê de lêpirsîneke bi bandor bê kirin û em jî bên agahdarlirin me binçav kirin û girtin. Di vê pêvajoya ku baweriya ji hiqûqê kêm dibe de biryareke bi rengî ji mudaxalekirina darazê wêdetir ne tiştekî din e. Weke çapameniya azad em hêza xwe ji gel û heqîqetê digirin. Di kevneşopiya me de îtaatkirina ji desthilatê û daraza wê re tuneye û wê tu demê jî çênebe. Rojnamegerî ne sûc e. Dengê heqîqetê nayê birîn.”