Li Girtîgeha Xarpêtê 12 girtî bi vîrûsa koronayê ketine 2020-10-28 12:17:39   AMED – Heyeta ÎHD’ê ku li Girtîgeha Xarpêtê lêkolînan kir, diyar kir ku li girtîgehê 12 girtî bi vîrûsa koronayê ketine û îşkence û memeleya xerab a li girtîgehê kuberê hatibû ragihandin didome.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, ji bo ku gazinên binpêkirinên mafan ên girtî û hikumxwaran di cih de lêkolîn bike, heyetek şand Girtîgeha Xarpêtê. Di heyetê de Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdûllah Zeytûn û endamên lîjneya rêveberiya şaxê Ercan Yilmaz û Yakûp Demîr cih girtin.    Piştî lêkolînên xwe yên li girtîgehê heyetê, derbarê angaştên îşkence û memeleya xerab û tevdîrên pêwîst ên vîrûsa koronayê bi Dozgerê Girtîgehê re hevdîtin kir. Heyetê piştî lêkolînên xwe yên li girtîgehê daxuyaniyeke niviskî da û ragihand ku li girtîgehê 12 girtî bi vîrûsa koronayê ketine û îşkence û memeleya xerab a li girtîgehê ku berê hatibû ragihandin jî didome.