Kovara listikên zarokan a bi Kurdî GOG derdikeve 2020-10-28 13:38:26   STENBOL – Kovara lîstikên zarokan a bi kurdî GOG ku bi xêzan hatiye amadekirin tê çapkirin. Xêzkarê kovarê Îman Cîcî, anî ziman ku ji bo vê pêvajoyê têxin meriyetê pêdiviyawan bi alîkariyê heye.    Kovara lîstikên zarokan a bi Kurdî ku bi xêzan hatiye amadekirin, ji bo perwerdekirina zarokan tê çapkirin. Kovara lîstikan GOG, navê xwe ji lîstikên kurdî yên zarokan a berê GOG'ê digire. Kovar li gel mafê çapê yên Red Kit, Yakarî, Thorgal û Milo yên biyanî dê xêzên romanê yên Dogan Guzel, Ender Ozkahraman jî di kovarê de cih bigire. Kovara GOK dê cih bide çîrokên Kurdî, nûçeyên zanistî û çandê yên cîhanê jî. Kovara GOG armanc dike ku hem zarokan fêrî lîstikên Kurdî bike hem jî wan li ser çand, ziman û zanistê pewrede bike.    Koma xêzan ku berê jî kovarên wekî Girgir, Pişmiş Kelle, Meme, Esmer, Ot û Otlak yên bi tirkî çap kiribûn û bi Kurdî jî kovarên Pine û Zrîng çap kirin, niha jî amadekariya GOG'ê dikin. Xêzkarê Kovara GOG'ê Îmam Cîcî, anî ziman ku karê Karikatürist, illüstrator û xêzeromana ku amade dikin, ji bo fêrkirin û perwerdehiya zarokan e. Cîcî, destnîşan kir ku ji bo zarokên nikarin sûdê ji perwerdehiyê bigirin, perwerde bikin, Weşangeriya Şemkur ava kirin û wiha got: “Xêzeroman yek ji rêyên ku armanc dike zarokan bigînin nirxên gerdûnî. Xêze roman yek ji rêyên ku deriyê çandan li hev vedike û rêyên bi kefxweşî ne.    Cîcî xwest ku her kes alîkarî û piştgiriyê bide projeya wan. Ji bo piştenaiyê xwest bi rêya http://fongogo.com onlinê alîkariyê bidin wan.    MA / Mehmet Aslan