DÎSK: Divê şertên xizmetkarên tenduristiyê bê başkirin 2020-10-28 15:36:58   STENBOL – Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglu, diyar kir ku divê şertên xizmetkarên tenduristiyê bên başkirin û wiha got: “Çepik têr nake. Hikûmet ji çareseriyê pir dûr e."    Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DİSK) û Konfedarsyona Sendikayên Navneteweyi (ITUC) bi minasebeta "Hefteya Çalakiyên Kurivî" ku di qada navneteweyî de ji bo li pirsgirêkên xizmetkarên tendurustiyê guhdar bikin û çareser bikin îlan kiribûn, li peş Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Taksîma Beyoglu daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyêde xizmetkarên tenduristiyê yê Nexweşaneyê, amade bûn û dowîzên ”Tenê çepik têr nakin, ji bo tenduristiya xizmetkaran bêtir têkoşîn" rakirin. Kedkar u karkeran bê navber dirûşmeyên "Em ne kole, em karker in. Dema em bibin yek em dibin hêz" û “Ji bo her kesan pêşeroja ewlehiya bi tenduristî." berz kirin.    Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, hemû xizmetkarên tenduristiyê yê li çar aliyê cîhanê ku xizmeta tenduristiyê dide silav kir û wiha got: "Xizmetkarên tenduristiyê li çar aliyê cîhanê di şertên herî dijwar de xizmeta tenduristiyê dide. li gel hemu şertên giran ê CKovid-19 û neheqî û binpêkirina mafan dîsa xizmetkar xizmetê dikin. Gelek caran xizmetkarên tenduristiyê bi tundî u lêdanê re ru bi rû dimîne. Xizmetkarên tenduristiyê bi fedekariyek pir mezin xizmetê didin .      DAXWAZÊN XWE RÊZ KIRIN   “* Divê bi rêk û pêk hemû xizmetkarên tenduristiylê bên testkirin.  * Divê hemû xizmetkarên tendristiyê bi rêk û pêk bên derzikirin.  * Divê şewba covid-19 wekî nexweşiya pişeyî bê naskirin û qebûlkirin.  * Divê saeta xebatê ya xizmetkarên tenduristiyê bê kêmkirin.  * Divê hemû xizmetkarên tenduristiyê ku divê tayînkirina wan bê kirin. divê ji nûve kadro bide wan.  * Divê bêyî cudakariyê têxe nava xizmetkarên tenduistiyê hemû maf û derfetên wan bên dayîn."    Divê me tev bibin yek û milê xwe bidin hev. Heta ku em nebin yek kes van daxwazên me pêk nîn. Divê hemû xizmetkarên tenduristiyê di bin baneyê DÎSK'ê de bibin enndamê sendîkayê.Divê bi sendîkayê re tev bigerin.    Pitre xebatkara Nexweşxaneyê Gunerha Polatogullari jî mafê axaftinê girt û xwest şertên nexweşxaneyê bên başkirin."