Li Amedê hemşîreyek ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da 2020-10-28 21:42:20       AMED - Hemşîreya Beşa Tedawiya Fizîkê ya Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê Leyla Çîçek, ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da.    Hemşîreya Beşa Tedawiya Fizîkê ya Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê û endama Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) Leyla Çîçek a 50 salî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da.   Hat hînbûn ku Çîçek 14 roj bûn tedawî dibû.