Siyasetmedarê êzidî Atalan: Peymana Şengalê, zemîna operasyoneke li dijî daxwaza statuyê ye 2020-10-29 09:05:59 MÊRDÎN – Siyasetmedar Alî Atalan ku yek ji îmzevanê deklerasyona êzidiyan a li dijî peymana Şengalê ye, ji bo peymana navbirî got: "Zemîna operasyoneke li dijî êzidiyên ku xweparastinê û statuyê esas digirin."  Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Federe di 9'ê Cotmehê de di bin çavdêriya Nûnerê Taybet ê Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Jeanîne Hennîs-Plasschaert de peymana Şengalê îmze kirin. Bi vê peymanê tê xwestin ku yekîneyên parastina xwecihî ku piştî komkujiya DAIŞ'ê ku di 3'yê Tebaxa 2014'an de li Şengalê kiribû hatibûn avakirin, ji herêmê bên derxistin. Piştî peyman hat îmzekirin gelek kes û derdoran bertek nîşan dan. Bi vê boneyê hunermendên êzidî, siyasetmedar, akademîsyen, mirovên zanyar, rojnamevan û nûnerên saziyan di 25'ê Cotmehê de li dijî vê peymana navbirî deklerasyonek û helwesta xwe daxuyandin. 511 kesên îmze danîn bin deklerasyonê xwestin êzidî aliyê sêyem bên qebûlkirin. Yek ji kesên ku îmze danî bin deklerasyonê jî Parlementerê HDP'ê yê berê Alî Atalan ê kurdê êzidî ye. Atalan, peymana navbirî û deklerasyona hat aşkerekirin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.    ‘DEYNÊ WAN Ê LÊBORÎNÊ HEYE'    Atalan, diyar kir ku bêyî ku bi gelê êzidî re bê şêwirandin peymanek hatiye çêkirin û got: "Ji ber ku vîna wan esas nehatiye girtin û guh li daxwazên wan nayê kirin, li ber vê radibin." Atalan, anî ziman ku di dema êrîşên DAIŞ'ê de ku êzidî van êrîşan wekî "fermana 74'em" bi nav dikin, Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêma Kurdistanê paş ve vekişiyane û tiştên qewimîn li ber çavê dinyayê hemû qewimî. Atalan, anî ziman ku lewma deynê lêborînê yê Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêma Kurdistanê heye û got: "Diviyabû statuyek taybet bidana wan, lê belê rabûne vîna wan esas nagirin. Wekî ku li tevahiya Iraqê yekparebûneke siyasî çêbûbe hereket dikin."    ‘DIXWAZIN MUXBÎRAN BI CIH BIKIN'    Atalan, bal kişand ser hûrguliyên peymanê jî û got, armanca sereke ew e ku li Şengalê hêzên xweparastinê bên tasfiyekirin û PDK muxbîrên girêdayî xwe li Şengalê bi cih bike. Atalan ku got "di vir de bazariyek heye" bibîr xist ku ji zû de ye PKK bi awayekî fizîkî ji Şengalê derketiye. Atalan got: "PKK ne li wir e, lê di dema êrîşên DAIŞ'ê de tenê komeke PKK'yî alîkariya wan kir. Lewma sempatiyek wan ji bo bîrdoziya PKK'ê heye. Li wir pergaleke ku felsefe, siyaseta û dîtina PKK'ê esas digire û li gor wê xwe birêxistin dike û mekanîzmaya xwe ya parastinê ava kiriye heye. Ma ev qedexe ye? Li tu devera cîhanê ne qedexe ye?"    ‘OPERASYONEKE LI DIJÎ STATUYÊ YE'    Atalan, anî ziman ku Hikûmeta Navendî û Rêveberiya Herêmî beriya hilbijartinên ku nêz bûne berê xwe dane parvekirina herêman û peymana derbarê Şengalê de jî bi vî awayî derketiye holê. Her wiha Atalan destnîşan kir ku di vê peymanê de tiliya hikûmeta Erdogan jî heye. Atalan, diyar kir ku Tirkiye bi awayekî jeostratejîk ketiye dewrê û dixwaze rêya ber bi Mûsûlê ve ji bo xwe bikin rêyeke ewle û got: "Tê xwestin ku êzidiyên ku azadiya li ser asasê vîna azad diparêzin, xwe bi xwe bi rê ve bibin û biparêzin marjînalîze bikin. Heta çavê wan lê ye wan ji wir derxînin. Ji şewra ew siyaseta azadiyê ya di nava êzidiyan de şax vedaye, ji bo wan mirin e. Ev peyman, zemîna operasyonekê ye ku tê xwestin li dijî êzidiyên parastina xwe esas digirin, doza statuyê dikin  û dibêjin 'em jî hene.'"    Herî dawî Atalan anî ziman ku bi deklerasyona ku aşkere kirine dixwazin înîsyatîfekê çêbikin û bang li Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe kir û got: "Divê hebikekî wijdan, hebikekî însaf, hebikekî aqil hebe. Bi rastî jî ev peyman ne peymaneke ku bê pêkanîn. Ne peymaneke ku civak wê qebûl bike. Di warê siyasş, wijdanî û insanî de ne peymaneke rast e. Nayê qebûlkirin."    MA / Ahmet Kanbal