Cotkarên Erdîşê xisirîne 2020-10-29 09:06:37 WAN – Li Erdîşê kesên keleman diçînin, anîn ziman ku ji ber fiyetê mazot, gubre û avê tiştek di dest wan de namîne.  Li Erdîş a Wanê yek ji çavkaniya sereke ya debarê çandina keleman e. Welatî her sal meha Gulanê keleman diçînin û di meha Cotmehê de jî berhev dikin.  Piraniya keleman li qerxa rêya Erdîş-Panosê tên firotin. Heba keleman 5-7 lîre ye.   Cotkaran anî ziman ku lê ji ber mesref zêde bûne tiştek di dest wan de namîne.    Cotkar Bayram Yîgît, anî ziman erd ê wî bixwe ye, lê dîsa jî tiştek jê re namîne û got: "Em di meha Gulanê de dest bi çandiniyê dikin. Ji avê bigire heya gubre û dermanan em gelekî mesref dikin. Lê heqê mesrefê me jî jê dernayê. Li vî welatî cotkarî nema, qediya."    Yîgît, diyar kir ku ji serê sibehê heya êvarî ji bo kelemên xwe bifiroşin disekinin û got: "Heqê karkeriya me jî bi dest me nakeve. Me 4 donim çandiniye, lê me 3 hezar TL mesref lê kiriye. Heger van keleman bifiroşim ancax 4-5 hezaran bike. Keda me berhewa diçe. Hema bibêje em nîvî nîvî dixisrin."    Yîgît, diyar kir ku roj heye bêyî ku kelemekê jî bifiroşin destvala derin malê û got: "Em ji serê sibê heya êvarî li nav erd dişixulin. Roj heye ancax em 20-30 hebî difiroşin. Sebeba nebaşbûna kar jî bihabûna fiyetê mazot û gubre ye. Em dixwazin ji bo mazot û guber piştgirî bê kirin. Ji bo cotkar karibin qezenc bikin divê heqê mazot, gubre û avê kêm bibe."