Îdianameya derbarê Osman Ç. yê tecawizî zarokekê kiribû de hat amadekirin 2020-10-29 09:35:53   MÊRDÎN – Îdianemeya derbarê Osman Ç. ku li Qoserê tecawizî zarokeke 17 salî kiribû de bi "îstismarkirina zarok" hat amadekirin. Dayika Z.Ç. a mexdûr jî ji bo piştgiriyê bang kir.   Z.Ç. di 2'yê tîrmehê de bi mêvanî ji Swîsreyê hatibû navçeya Qoserê ya Mêrdînê. Lê belê gava hatibû apê wê Osman Ç. yê 28 salî tecawîzî wê kiribû. Piştî tecawiz veguherî awayekî sîstematîk, Z.Ç. jî çûye cem xwişka xwe ya li Edeneyê û tiştên hatibûn serê wê ji xwişka xwe re vegot û piştre giliya Osman Ç. kir.    Piştî gilî hat kirin Osman Ç. hat girtin. Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê lêpirsîna xwe ya derbarê Osman Ç. de temam kir. Dozgeriyê bi sûcê "îstsimarkirina zarok" îdianame amade kir. Dozgeriyê di îdianameya xwe de diyar kir ku hatiye tespîtkirin ku Osman Ç. gelek caran tecawiz kiriye û xwest bê cezakirin.    Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Mêrdînê jî îdianameya hat amadekirin qebûl kir. Danişîna ewil a dozê dê di 13'ê Çileya 2021'ê de bê dîtin.   BANGAWAZΠ   Dayik Fatma Ç. anî ziman ku di vê bûyerê de tilitya hin xizmên malbatê jî hene û xwest ew jî bên darizandin. Dayik Fatma Ç. diyar kir ku ji ber rewşa xwe nikaribûye bê warê xwe û got, ji bo keça wê bajarê xwe bibîne şandiye Mêrdînê.    Dayik Fatma Ç. wê dev ji vê dozê bernedin û heya kiryar giş neyên darizandin wê li ber xwe bidin û ji bo piştgiriyê bang li her kesî kir.