Ji Sariyê ku Kamîşlî tacîz kir re 6 sal ceza hat xwestin 2020-10-29 10:39:57   ENQERE – Derbarê Seyît Mûhammed Sari ku Kardelene Kamîşlî tacîz kiribû de bi sûcdariyên “îhlalkirina destnedana malê û tacîza zayendî” bi daxwaza heta 6 salan ceza dozname hat amadekirin.    Di 8’ê îlonê de Endezyara Ceyranê Kardelen Kamîşlî ji bo karekî çûbû Kirikkaleyê, li Otela Carmineyê ku lê mabû ji aliyê Seyît Mûhammed Sari ve hatibû tacîzkirin. Kamîşlî vê serboriya xwe li ser hesabê xwe yê medya civakî parve kiribû û giliya Seyît Mûhammed Sari kiribû.    Li ser gilîkrina Kamîşlî Serdozgeriya Komarê ya Kirikkaleyê, derbarê Seyît Mûhammed Sari lêpirsîn dabû destpêkirin. Serdozgeriyê lêpirsîna xwe ya derbarê Sari de temam kir û bi sûcdariyên “îhlalkirina destnedana malê” û “tacîza zayendî” bi daxwaza heta 6 salan ceza dozname amade kir.