Di bûyerên zayendî de cezanekirin dibe mînak 2020-10-29 10:54:23 ENQERE - Parêzer Feyza Çerçîoglû, bertek nîşanî beraetkirinên bersûc û cezanekirina bûyerên zayendî yên li dijî zarokan da û got: “Cezanekirina bersûcan, dibe mînaka bûyerên nû rû bidin.” Sûcên zayendî yên li dijî zarokan, di navbera salên 2006 û 2019’an de, 10 qatî zêdetir bûn. Li gorî raporên hatine aşkere kirin, di sala 2006’an de ji bo van sûcên wiha 2 hezar û 337 biryar hatine dayîn û di nava 14 salan de ev hejmar derket 21 hezar û 518’an.    Di rojên derbas bûyî de jî, di dozekê ku li Daîreya Cezayê 17’emîn a Dadgeha Edliyê ya Herêma Enqerê hat dîtin de, şandeya dagehê bi hinceta “Keçaniya zarok xira nebûye” biryara 30 sal cezayê girtîgehê yê ji bo Şukru Yilmaz hatibû dayîn betal kir û derbarê wî de biryara beraetê da bû.    Alîkara Serokê Navenda Ciwanan a Baorya Enqerê Parêzer Feyza Çerçîoglû, bertek nîşanî beraetkirinên bersûc û cezanekirina bûyerên zayendî yên li dijî zarokan da û xwest tavilê Peymana Stenbolê bê bi cih anîn.    CEZANEKIRIN DIBE MÎNAK’   Çerçîoglû, bertek nîşanî cezanekirina Yilmaz jî da û wiha axivî: “Li holê sûcek heye û bûyerek zayendî mijara gotinê ye. Lê dadger, vê rewşe weke bûyereke zayendî nanirxîne û raste rast ji bo bersûc beraet dixwaze. Lê belê, di qanûna cezayê de, ev kiryara bersûc hem weke tacîz û hem jî weke îstîsmarê cezayê wê heye. Em em li vê qanûnê mêze dikin, divê cezanekirin tune be û bersûc teqez bê cezakirin.”   PIRSGIRÊKA ÇESPANÊ   Çerçîgolû, diyar kir ku divê bûyerên zayendî di hiqûqê de neyin paş guh kirin û wiha bilêv kir: “Em em di mijara çespandinê de, pirsgirêkên cidî dijîn. Kêm bûyîna delîlan û îfadeyên şahidên bûyerê dema ku hev nagirin, wê demê em bi cezanekirinê re rûbirû dimînin. Ji ber ku di hiqûqê de hêman ‘ji gumanê bersûc sûdê digre’ heye. Ger di destê dadger de, derbarê sûcdar de delîlek şênber tune be, wê demê nikare ceza jî bike. Ev jî dibe sedem ku bersûc neyê ceza kirin.”   'GER PEYMAN BÊ BICIHANÎN WÊ KÊM BIBE’   Çeçîoglu, bal kişand ser Peymana Stenbolê û qanûna hejmara 6284’an û wiha bi dawî kir: “Ji bo ku bûyerên wiha kêm bibin divê ev qanûn û peyman bên bi cih anîn. Ger ev bên bi cih anîn wê bûyerên wiha kêm bibin. Ev peyman, peymanek pir berfirehe. Divê em vê bixin pratîkê.”    MA / Eylem Akdag