Ji ber ku beşdarên bîranînê vexwendin rêzgirtinê wê bê darizandin 2020-10-29 12:43:52   AMED - Rêveberê Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) Zeynel Abîdîn Bûlût, ji ber ku beşdarvanên bîranîna rojnameger Mazlûm Erencî vexwendin rêzgirtinê, bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” doz lê hat vekirin.    Ji ber bîranîna rojnameger Mazlûm Erencî yê di sala 2011’an li navçeya Çemîşgezek a Dersimê jiyana xwe ji dest da bû, ya di 29’ê Hîranê de, li ser gora wî ya li Goristana Yenîkoy a Amedê hat lidarxistin, derbarê rêveberê Komeleya Rojnamegerên Dîce Firat (DFG) Zeynel Abîdîn Bûlût de, doz hat vekirin.     Di dema bîranînê de, ji ber ku Bûlût beşdarên bîranînê vexwendibûn rêzgirtinê ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin û piştî îfade da polîsan, serbest hatibû berdan. Serdozgeriya Komarê ya Amedê, di lêpirsîna derbarê Bûlût de da bû dest pêkirin, bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” derbarê Bûlût de îdîname amade kir.    Dîmenên polîsan ên di dema bîranînê de kişandinbûn jî, di îdîanameyê de cih girtin. Bi vî awayî, îdîanameya derbarê Bûlût de hat amadekirin, ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin.