Kedkarê çapameniyê kurd Kaya li ser gora xwe hat bibîranîn 2020-10-29 13:42:14   AMED – Kedkarê çapameniyê kurd Kadrî Kaya (Mamoste) di duyemîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.    Damezrînerê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK’ê hat girtin û nûnerê wê yê Amedê Kadrî Kaya (Mamoste), di duyemîn salvegera mirina xwe de bi merasîmekê li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoyê ya Rezana Amedê hat bibîranîn. Malbata Kaya, hevalên wî yên xebatê û endam û rêveberên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) û Paltforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) xwestin tevlî bîranînê bibin.    Polisan hemû deriye Goristana Yenîkoyê girtin û angaşt kirin ku serdana goristanan ji aliyê Walîtîya Amedê ve hatiye qedexekirin û nehiştin kes derbasî goristanê bibe. Welatiyên ku hatibûn serdana gorên xizmên xwe bertek nîşanî pêkanîn dan. Piştî hevdîtinên ku polisan re hatin kirin destûr hat dayîn ku ji heval û malbata Kaya tenê 10 kes û rojnamegerên ku wê nûçeyê bişopandina derbasî goristanê bibin.    ‘HÊ JÎ DIDE HÎNKIRIN’   Li ser gora Kaya destpêkê Hevserokê DFG’ê Serdar Altan axaftinek kir û ev tişt got: “Îsal sala duyemîn a veqetîna Mamoste Kadrî ya ji nava me ye. Mirovek serkeftî bû, gelek stajyerên wî çêbûn û gelek rojnameger gihandin. Weke kesên ku pêre xebitîn û wî nas dikin em minnetdarê wî ne.”   Piştî Altan Berdevka MGKP’ê Ayşe Guney jî axaftinek kir û wiha got: “Keda Mamoste Kadrî li ser me teva heye. Gelek tişt hînî me kir, piştî şehadeta xwe jî tişt hînî me dike. Bi tiştên ku li duh xwe hişt hînî me dike. Em jî weke kesên ku ji keda wî par girtine wî bi bîr tînin”    Piştî axaftinan beşdarên merasîmê qurnefîl danîn ser gora Kaya.