OHD’ê destek da ODAV’ê 2020-10-29 14:58:05   STENBOL  - Komeleya Qiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), bi armanca bingeha têkoşîna li dijî êrîşên îqtîdarê xurt bike, aşkere kir ku piştgiriyê dide banga Koma ODAV'ê ya “Ji Bo Baroyek Demokratik Bi Hevre Tev Bigerin".    Şaxa Komeleya Qiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê, bi armanca bingeha têkoşîna li dijî êrîşên îqtîdarê xurt bike, bi daxuyaniyek nivîskî aşkere kir ku piştgiriyê dide Koma Parêzeran Demokrat ên Azad (ODAV) ê. Koma Parêzerên Demokrat ên Azad li dijî êrîşên îqtîdarê banga “Ji Bo Baroyek Demokratik Bi Hevre Tev Bigerin" kiribû. Şaxa OHD'ê ya Stenbolê ji bo piştgiriya banga ODAV'ê daxuyaniyek nivîskî weşand û anî ziman ku îqtîdara AKP-MHP'ê kes û beşên ku nikare wan têxe bin kontrola xwe qadên zext û tundiyê pêş dixe û wiha got: "Îqtidara ku nekaribû bi peirgala "Pir Baroyî" baroyan têxe kontrola xwe, niha li dijî hiqûqê Kongreyên Giştî yên Baroyan asteng kirine." OHD'ê anî ziman ku êrîşên li dijî baroyan derketiye asta herî jor û ew vê yekê qebûl nakin û destekê didin banga ODAV'ê.