Lêpirsîna rojnameger Kanbal bi neşopandinê bi dawî bû 2020-10-29 16:50:53   MÊRDÎN - Lêpirsîna ku bi angaşta “propagandaya rêxistinê” derbarê nûçegîhanê Ahmat Kanbal de hatibû destpêkirin, bi neşopandinê bi encam bû.    Di gulana 2019’an de li navçeya Xalfetiyê yê Rihayê, polisan bi ser malan de girtibûn û jin û zarok jî di nav de gelek kesan bi derpkirinê binçav kiribûn. Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal, li ser hesabê xwe ye medya civakî bi şîroveyên xwe serdegirina mijara gotinê parve kiribû.    Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ji ber vê parvekirinê bi angaşta “propagandaya rêxistinê” derbarê Kanbal de lêpirsînê dabû destpêkirin û dosyayê ji Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê re şandibû. Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê, diyar kir ku di parvekirina Kanbal de şertên “propagandaya rêxistinê” pêk nehatine û biryara neşopandina lêpirsînê da.