ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2020'AN 2020-10-30 09:00:09   * Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Erdal Avci, da zanîn ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di heman demê de li ser hemû hêzên demokrasiyê tê pêkanîn û got: "Demokrasî ancax bi têkoşîna hemû derdorên civakî ya li dijî tecrîdê pêkan e."    * Aborînas û rêveberê Navenda Iraqî ya beşa lêkolînên siyasî Mihemed Hisên, da zanîn ku hikûmeta Iraqê di mijara aboriyê de şoka duyemîn dijî û got: "Ji derveyî têkoşîna bi nêleritiyê re tu rêyeke din a çareseriyê nîne. Divê gavên wisa bên avêtin ku gelê Kurd û yê Iraqê bikaribin li dijî nêleritiyê tebikoşin."   * Mirovên Şemiyê parvekirina wêneyan a kesên ku di Doza Susurlukê de rola sereke lîstibûn, nirxandin û gotin: "Di têkiliyên dewletê û mafya de tu guhertin çênebûye. Hişmendiya berê didome."    * Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê dê bi piştgiriya wezaretê, li navçeya Artûklûyê bi projeya "veguherandina bajêr" sîlûeta dîrokî ya bajêr xera bike.    * Saffet Aslan ê 19 salî di pêşbirkên Federasyona Çiyageriyê ya Tirkiyeyê de 6 caran bûye yekemîn. Lê belê xwendekarê zanîngehê Aslan wekî gelek hevsalên xwe li quntarên Çiyayê Nemrûdê firingiyan berhev dike û hewl dide heqê dibistana xwe bi dest bixe.    * Piştî 2 salan ji ber kar û barên rojnamevaniyê derbarê rojnamevan Abdurrahman Gok de bi sûcê "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" îdianame hat amadekirin. Di îdianmeyê de tê xwestin ku ji 7 salan heya 20 salan ceza li Gok bê birîn.    * Li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F'yê greva birçîbûnê ya li dijî pêkanînên Rewşa Awarte di roja 47'an de ye. Xizmên malbatan bang kirin ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.    *  Li navçeya Şaxê du welatî ji helîkopterê hatibûn avêtin. Rojnamevanên ku nûçeyavê bûyerê çêkiribûn jî hatibûn girtin. Parêzerên her 4 rojnamevana, ji ber ku îtiraza wan a ji bo girtinê hat redkirin, wê serî li AYM'ê bidin.    * Pirtûka "Gotinên Pêşiyan" a nivîskar Mehmet Oncu hat weşandin. Xebata Oncu, 4 cild in û tê de 50 hezar gotinên pêşiyan hene.    * Zinarên digirîn ên li geliyê Pilemûriye ya Dersimê, ji bo gelê herêmê sembola êş û azarên qewimîne.    * Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, wê li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Şaxa SES’ê ya Amedê, têkildarî hemşîreya Beşa Tedawiya Fizîkê Leyla Çîçek a ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da bû, wê li ber Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê daxuyanî bide çapemeniyê. (12.30)    * Şaxa ÎHD’ê ya Mêrsînê, OHD û Komîsyona Girtîgehê ya TUHAD-DER’ê, derbarê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê tên jiyîn de, wê daxuyaniyek hevpar bidin. (12.30)   * TJA, di çarçoveya kampanyeya “Em xwe diparêzin” de, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Sîlopî ya Şirnexê, wê panelê li dar bixe (13.00)