6 caran bûye şampiyon, lê li nav erd firingiyan berhev dike 2020-10-30 09:12:44 BEDLÎS - Saffet Aslan ê 19 salî di pêşbirkên Federasyona Çiyageriyê ya Tirkiyeyê de 6 caran bûye yekemîn. Lê belê xwendekarê zanîngehê Aslan wekî gelek hevsalên xwe li quntarên Çiyayê Nemrûdê firingiyan berhev dike û hewl dide heqê dibistana xwe bi dest bixe.  Li gundê Kîzwak ê li quntarê Çiyayê Nemrûdê yê navçeya Tetwan a Bedlîsê, berhevkirina firingiyan dest pê kir. Tahma firingiyên gundê Kîzwakê tahemeke cuda ye û piraniya firingiyên li vê derê li bajarên derdorê tên firotin. Her wiha karkerên temenê wan di navbera 14-20 salan de firingiyan berhev dikin. Karkerên ku serê sibehê zû tên nav erd û rojê 16-18 ton firingî berhev dikin diyar kirin ku heqdesta wan 75 TL ye.    ‘EM WEKÎ KOÇERAN E'   Sabrî Gol ê 42 salî ku serekê koma karkeran e, anî ziman ku ji çandina firingiyan heya çinîna wan tahbeke mezin dibînin. Gol, diyar kir ku kesên firingiyan berhev dikin piranî jê karkerên demsalî ne û havînê diçin bajarine din û got: "Em ji mecbûrî diçin. Karê me zehmet e. Ma em neşixulin em ê çawa debara xwe bikin? Em bi karên demsalî debara xwe dikin. Em wekî koçeran e."    PIŞTÎ KAR DERS    Yûsûf Yilgin ê 18 salî ku bi qofeyan firingiyan dikişîne jî hem dixebite hem jî li azmûna zanîngehê dixebite. Yilgin, diyar kir ku dixebitin lê heqê keda wan bi dest wan nakeve û got, havînê jî ji bo berhevkirina findiqan, qeysî û sêvan diçin bajarên din. Yilgin, bilêv kir ku perê qezenc dike pê debara malbata xwe dike û got, gava diçe malê jî dest bi dersan dike.    6 CARAN BÛYE YEKEMÎN    Xwendekarê Beşa Mamostetiya Bedenparêziyê ya Zanîngeha Meletiyê Saffet Aslan ê 19 salî jî di asasê xwe de şampiyonek e. Heya niha di pêşbirkên rapelikînê yên Federasyona Çiyageriyê ya Tirkiyeyê de 6 caran bûye yekemîn.    Aslan, bilêv kir karê nav erdan zehmet e lê belê ji bo mesrefên dibistana xwe dixebite û got: "Heger piştgirî bihatina kirin, ez ne li vê derê bûma, min ê li eywanên werzîşê antremanên xwe bikirana."    Aslan, diyar kir ku tu di warê tenduristiyê de jî tu ewleyiyeke wî tuneye û got: "Em pir diwestin. Em serê sibehê saet di 8'an de tên heya êvarî dixebitin. Lê dîsa jî heqê keda me bi dest me nakeve."    ‘EM NE MUHTACÊ ZILAMAN E'    Rojda Alîcan a 22 salî jî ku anî ziman 8 sal in vî karî dike û got, jin li nav erdan diwestin, ji ber barên giran. Alîcan, bilêv kir ku ji ber barê giran pişta wê pir diêşe, lê belê cardin jî ji bo bi kda xwe li pêyan bimîne dixebite. Alîcan got: "Bila jin bi tu awayî nekevin bin nîrê zilaman. Teqez divê em xwe bi xwe li ser pêyan bisekinin. Tu zilam ji me ne çêtir e."    Sîbel Kaya ya 16 salî jî 4 sal in li nav erdan dixebite. Kaya got: "Em li ber tavê dixebitin. Zehmet e. Min dixwest ne li vê derê li dibistanê bûma. Karê me tenê ne ev e. Gava Em diçin malê em karê malê jî dikin."    MA / Mehmet Şah Orûç