Hevserokên HDP'ê yên Amedê hatin girtin 2020-10-30 17:49:12   AMED - Hevserokên HDP'ê yên Amedê Hulya Alokmen Ûyanik û Zeyyat Ceylan hatin girtin.   Di 22'yê Cotmehê de polîsan avêtibû ser avahiya HDP'ê ya Amedê. Di avêtina ser avahiyê de hevserokên partiyê Hulya Alokmen Ûyanik û Zeyyat Ceylan, hevserokên navçeya Yenîşehîrê Remziye Sizicie û Kasim Kayae hatibûn binçavkirin. Piştî 8 rojên di binçavan de sewqî dozgeriyê hatin kirin.   Hevserokên partiyê bi îdiaya ku posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên li navçeya Sûrê hatibûn daliqandin li avahiya partiyê ya bajêr hatineke amadekirin hevserok binçavkirin. Bi heman îdiaya wan sewqî dadgehê kir û xwest bên girtin.   Dadgehê Alokmenê û Ceylan girt û Sizici û Kaya jî bi şertê kontrola edlî berda.