78 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine, 2 hezar û 322 kesên dn jî pê ketine 2020-10-30 19:09:19     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19'ê 78 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 2 hezar û 322 kesên din jî bi şewbê ketin.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 78 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 322 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyeyê heya niha 10 hezar û 177 kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî bû 373 hezar û 154.